Hejmara 1emîn a rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Berê me li Rojê, ji bo siberojê; Dîsa azadiya welat” gihişt ber destê xwînerên xwe û dest bi weşanê kir.
Rojnameya Azadiya Welat li cihê ku rojnameya Xwebûnê lê hiştî, rêya xwe berdewam kir. Rojname, di hejmara xwe ya 1emîn de bi manşeta “Berê me li Rojê ji bo siberojê, Dîsa Azadiya Welat” gihişt ber destê xwînerên xwe.
Rojname, di nivîsa edîtor de dibêje; “…Em wek Azadiya Welat berê xwe didin Rojê û ji bo pêşerojê piştî 10 salan dîsa vedigerin nav jiyana we. Em di wê baweriyê de ne ku bi piştgirî û xwedîderketina xwîner û gelê xwe dê ji her carê bi hêztir û geştir bibe.”
Rojnameya Azadiya Welat di hejmara 1emîn de cih da hevpeyvîna bi Hevserokê MAF-DADê Mahmût Şakar re ku li ser şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diaxive. Her wiha cih da gotar û lêkolînên nivîskar Mulkiye Bîrtane, Medenî Ferho, Felemez Ûlûg, Hesen Huseyîn Denîz, Adar Gulan, Adar Jiyan, Kurdistan Lezgiyeva, Tayîp Temel, Salîha Ayata, War Botan, Siyabend Aslan, Lîzşêr Amed, Nesrîn Adar, Zaza Cebelî, Fatma Taşli Tunç, Xelîl Xemgîn, Alî Guler û Serdar Altan.







