Platforma Saziyên Demokratîk têkildarî êrîşên li ser taxên kurdan ên Helebê, daxuyaniyek da û êrîş şermezar kir. Piştî daxuyaniyê di navbera ciwanan û polîsan de ku nehişt girse bimeşe, pêvçûn derket.
Platforma Saziyên Demokratîk, xwest têkildarî êrîşên li ser taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, li ber Şekerbankê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê heta Kolana Hunerê meşekê li dar bixe. Lê polîsan bi hinceta “li nava bajêr meş qedexeye” nehişt girse bimeşe. Girseyê bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Wê Kurdistan ji DAIŞê re bibe goristan” bertek nîşanî biryarê dan û li wir daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Xwedîderketina Rojava, xwedîderketina mirovahiyê ye” hat vekirin. Endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û bi sedan welatî tev li çalakiyê bûn.

Li ser navê platformê Sevda Akin Akar metna daxuyanî xwend û bal kişand ser mafên kurdan ên bingehîn. Sevda Akin Akar destnîşan kir ku divê rêz li mafê kurdan ê xwe bi rê ve birinê bê girtin û banga deng derxistinê li dostên kurdan û raya giştî ya cîhanê kir. Sevda Akin Akar di dawiya daxuyaniyê de banga tevlibûna meşa ku dê di 15ê çileyê roja pênçşemê de li Parka Kûrtûlûşê li dar bixin, kir.
Piştî daxuyaniyê ciwan, di nava kolanan de bi dirûşmeyan meşiyan û fîşekên hewayî teqandin. Car car di navbera ciwanan û polîsan de pêvçûn derketin û bi dirûşmeyan çalakî bi dawî bû.














