Li Stenbolê di serdegirtina malan de herî kêm 15 kes hatin binçavkirin. Binçavkirî li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê tên ragirtin.
Li navçeyên Stenbolê vê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de herî kêm 15 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe û sedemê binçavkirinê nehat zanîn. Binçavkirî li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li navçeya Fatîhê tên ragirtin. Her wiha hat diyarkirin ku malên operasyon lê hatine kirin, hatine serobinkirin. Parêzeran ragihand ku li ser dosyayê biryara nepêniyê heye û sedema binçavkirinê hîn nebûne.













