Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê meleyê zimandirêjî ku li dijî şervanên Kurd kir û heqaret li wan kir, hate girtin.
Li Silêmaniyê meleyek heqaret û zimandirêjiyê li ser şervanên Kurd ên li Rojava kir. Dadgeha Herêma Kurdistanê meleyek di dema xutbeyê de li dijî şervanên jin ên azadiyê zimandirêjî kiribû, hate girtin. Cemaetê li mizgeftê li dijî meleyê paşverû nerazîbûnek mezin nîşan dabû û li ser vê yekê meleyê paşverû hatibû binçavkirin. Dadgehê piştî îfadya mele wergirt, biryara girtina mele da.













