• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hate xwestin ku girtiyê nexweş Recep Bekîk tavilê were berdan

    Hate xwestin ku girtiyê nexweş Recep Bekîk tavilê were berdan

    Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

    Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

    ÎHD: Girtiyên nexweş Suleyman Horoz û Aydin Altig berdin

    ÎHD: Girtiyên nexweş Suleyman Horoz û Aydin Altig berdin

    Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Mehmet Şerîf Avşar werin darizandin

    Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Mehmet Şerîf Avşar werin darizandin

    Di serrî kêneka 13 serra îstîsmar keno: Peyê mi de AKP est o

    Li Pîranê sosreta îstîsmarê: Li pişta min AKP heye

    Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

    Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Enqere / AW

2 GULAN 2026 - 16:03
Kategorî: ROJANE
A A
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di çalakiya vê hefteyê de xwest girtiyê nexweş Recep Bekîk ê ku zêdetirî 30 salî ye girtî ye were berdan.

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 608emîn a çalakiya xwe de derbarê rewşa girtiyê nexweş Recep Bekîk de li Kolana Sakaryayê ya navçeya Çankayayê ya Enqereyê daxuyanî da. Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, girtiyên nexweş demildest berdan” hate rakirin. Girseyê diruşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd îşkence ye, divê tecrîd bi dawî bibe” berz kirin. Daxuyanî ji aliyê rêvebera Şaxa ÎHDê ya Enqereyê Sevîl Turgut ve hate xwendin.

‘Bi hincetan berdana wî tê lipaşxistin’

Sevîl Turgut diyar kir ku rewşa girtiyê nexweş Recep Bekîk a giran bûye ji ber veê ew vê yekê ji raya giştî re parve dikin û wiha got: “Recep Bekîk li Girtîgeha Tîpa Syê ya Kavaka Samsunê tê ragirtin. 33 sal in girtî ye. Di 30yê Gulana 2025an de diviyabû bihata berdan lê bi biryara Desteya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê cezayê wî taloqî 26ê Gulana 2026an hatibû kirin.” Sevîl Turgut anî ziman ku bi hinceta axaftina telefonê ya Recep Bekîk ji malbata xwe re bi henekî axivî ye ji ber ve yekê derbarê wî de lêpirsîn hatiye despêkirin û wiha axivî:” Dixwazin ji ber ve hincetê berdana wî li paş bixin. Rewşa girtiyê nexweş Recep Bekîk her ku diçe ber bi xeteriyê ve diçe. Jê re hatiye gotin ku di pankreasa wî de girikek bi mezinehiya 2,5 santîmê heye. Lê ser vê re salek darbas bûye hê jî encamên wî û tedawiya bi bandor lê nehatiye kirin. Nexweşiya wî di çi asteyê de ye, ev girik cureyê xerab e yan na, nayê zanîn. Ev rewş mafê jiyanê wî dixe bin gefan.”

‘Rewşa jiyana wî di xeteriyê de ye’

Sevîl Turgut destnîşan kir ku nexweşiyên wî ev ne bi tenê ne û wiha got: “Ji ber nexweşiyan heta niha zêde derman xwariye û nexweşiya kolestrolê, dil û damar lê peyda bûye û divê rewşa tenduristiya wî bi awayek rêkûpêk were şopandin. Dema wî dibin nexweşxanê bi darê zorê dixwazin lêgerîna nav devê wî bikin, dema qebûl nake jî sewqa wî ya nexweşxaneyê tê astengkirin. Fikara ku nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye heye lê dîsa jî tedawiya wê tê astengkirin. Ev yek rewşa jiyana wî dixe bin xeteriyê. Em bang li saziyên pêwendîdar dikin; mafê tendirustiyê yên girtiyên nexweş pêk bînin. Rayedar berpirsariyên xwe pêk nayînin, çavê xwe li rewşa girtiyên nexweş digirin û dihêlin ku rewş berdewam bike.”

Etîket: Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî: Cevzet Derse demildest berdin

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî: Cevzet Derse demildest berdin

25 NÎSAN 2026
Hat xwestin ku girtiyê nexweş Azad Încî were berdan

Hat xwestin ku girtiyê nexweş Azad Încî were berdan

28 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdulmecît Yilmaz: Em dixwazin dengê astengdaran bigihînin cîhanê

    Abdulmecît Yilmaz: Em dixwazin dengê astengdaran bigihînin cîhanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermend Kasim Taşdogan: Divê em pêşî li nava mala xwe binêrin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kedkarên Amedê: Divê em li dijî neheqiyê bibin yek û têbikoşin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navçeya Pîranê bi rengên biharê xemilî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malbata girtî Akin: Dixwazin bi girtiyan re malbatên wan jî ceza bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi sed hezaran kes dîmenê Amedsporê diecibîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Pîranê sosreta îstîsmarê: Li pişta min AKP heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (48)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne