• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ev maça dawî ji bo Amedsporê maça man û nemanê ye

    Ev maça dawî ji bo Amedsporê maça man û nemanê ye

    Çeteleya cînayetên kar: Di sê mehan de 432 karker mirin e

    Çeteleya cînayetên kar: Di sê mehan de 432 karker mirin e

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 30yê NÎSANA 2026an

    19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

    19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

    Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ev maça dawî ji bo Amedsporê maça man û nemanê ye

    Ev maça dawî ji bo Amedsporê maça man û nemanê ye

    Çeteleya cînayetên kar: Di sê mehan de 432 karker mirin e

    Çeteleya cînayetên kar: Di sê mehan de 432 karker mirin e

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 30yê NÎSANA 2026an

    19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

    19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

    Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Li dijî êrîşên li ser Rojava dengê xwe bilind bikin’

Fexredîn Kiliç / AW

7 ÇILE 2025 - 08:18
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Edene – Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr ku li ser êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojava axivî, xwest ku hemû gelên aştîxwaz û azadîxwaz li dijî êrişan dengê xwe bilind bikin. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Edeneyê Şukran Efeturk jî wiha got: “Divê kurd li her çar aliyê Kurdistanê yekitiya xwe ava bikin û van êrişan têk bibin.”

Êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Berxwedana hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bertekên li dijî êrişan jî berdewam dikin. Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr û Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Edeneyê Şukran Efeturk têkildarî êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re axivîn.

Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr diyar kir ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn pir û giran in û anî ziman ku pirsgirêka herî mezin pirsgirêka kurd e. Seyfettîn Aydemîr, destnîşan kir ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe ne pêkane pirsgirêkên din çareser bibin û wiha got: “Dewletên hegemonîk ji bo berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn netew-dewlet ava kirin. Wê demê xiyanet li gele kurd hate kirin, tu mafên gelê kurd nedan, erdnîgariya gelê kurd kirin çar parçe. Ji wê rojê heta niha gelê kurd ev neheqî qebûl nekiriye heta niha li ber xwe daye, têkoşîna xwe berdewam kiriye û bedelên mezin dane.”

‘Her gel xwe di paradîgmaya li Rojava de dibîne’

Seyfettîn Aydemîr, bi lêv kir ku niha heman dewlet niha dixwazin Rojhilata Navîn dîzayn bikin û wiha domand: “Gelê kurd ne gelê kurd ê berê ye, vê carê bi rêxistine û paradîgmayeke gelê kurd heye. Li Sûriyeyê û Rojava li dijî gelê me û gelên din komkujiyên mezin hatin kirin. Rêxistineke weke DAIŞê hov êrişên mezin anîn ser gele me û gelê me jî bi awayekî xurt li ber xwe da DAIŞ ji axa xwe dûrxistin. Ji xwe re pergalek, paradîgmayeke nû ava kirin. Li Rojava ne gelê kurd tenê heye. Gelê, ereb, asûrî, ermenî û gelên din hene. Ev paradîgmaya li Rojava hatiye avakirin her mirov her gel xwe di tê de dibîne. Her yek ji wan dikare bi ziman, çand û hunera xwe dikare xwe îfade bike. Mixabin dewleta tirk vê paradîgmaya li wir ji xwe re xetere dibîne. Çeteyên girêdayî wan êrişî Rojava dikin. Ji Efrînê bigire gelek herêm dagir kirine.”

‘Kurdê Bakur bi rojan e, li ser piyan e’

Seyfettîn Aydemîr, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nêzîkatiya dewleta tirk a li dijî Rojava nêzîkatiya li dijî me ye. Ji ber ku gelê me yê Rojava xwişk û birayên me ne. Banga me ji dewleta tirk re ev e; sed sal derbas bûn we em înkar kirin, gele kurd di vê sedsalê de vê yekê qebûl nake. Divê mafên gelê kurd bên naskirin. Nasnameya gelê kurd bê naskirin. Li Rojhilata Navîn statuyeke gelê kurd hebe. Ji ber wê bi rojane em dibêjin Şoreşa Rojava rûmeta me ye. Kurdê Bakur bi rojan e, bi salan e li ser piyan e. Piştî êrişên dewleta tirk li Nisêbînê, Pirsûsê nobet hate destpêkirin. Beriya çend rojan bi tevlibûna Hevserokên me yên Giştî li Hatayê daxuyaniyek dan. Li wir jî bang hate kirin. Divê di vê sedsalê de gelê kurd li Rojhilata Navîn bê naskirin.”

Seyfettîn Aydemîr got ku “Bangawaziya me ji bo dewletên hegemonîk jî heye” û ev tişt gotin: “Beriya sed salan we neheqî li me kir, we axa me kir çar parçe, hûn dîsa dixwazin li Rojhilata Navîn ji bo berjewendiyên xwe pergalekê ava bikin. Hewce ye di vê sîstemê de cih bidin gelê kurd. Gelê kurd di Rojhilata Navîn de gelê herî demokratîk e. Em bi gelê xwe yê Rojava re ne.”

‘Divê hêzên demokratîk û aştîxwaz li dijî êrişan bêdeng nemînin’

Seyfettîn Aydemîr, anî ziman ku divê hemû gelên aştîxwaz û azadîxwaz li dijî êrişan dengê xwe bilind bikin û wiha berdewam kir: “Tişta ku gelê kurd li Rojhilata Navîn dixwaze ne tenê ji bo xwe dixwaze ji bo hemû gelan dixwaze. Gelê kurd dibêje ku em jî weke gelên dinyayê bi ziman û çanda xwe jiyaneke azad û wekhev bijîn. Banga me ji bo hemû hêzên li Rojhilata Navîn ev e; divê hemû li hemberî van êrişan bisekinin, divê hemû hêzên demokratîk û aştîxwaz li dijî êrişan bêdeng neminin.”

‘Divê em yekitiya xwe ava bikin’

Seyfettîn Aydemîr, bang li hemû hêz û partiyên siyasî yên li Kurdistanê jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Beriya sed salan tifaqa me, yekitiya me û rêxistina me nebû. Dinyayê jî em li ber çavan negirtin. Divê em hêz û partiyên kurd di vê pêvajoya ku dewletên hegemonîk dixwazin Rojhilata Navîn dîzayn bikin de berjewendiyên xwe bidin aliyekê yekitiya xwe ava bikin, xwe bi rêxistin bikin. Li hemberî vê neheqiyê vê zilmê em bibin yek û em bejin dinyayê ‘Ey dinya we beriya sed salan em înkar kirin lê vê neqlê hûn nikarin me înkar bikin. Em vê neheqiyê vê zilmê qebûl nakin.’”

‘Dema qala Rojava tê kirin berxwedana jinê tê bîra mirov’

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Edeneyê Şukran Efeturk jî anî ziman ku dema qala Rojava tê kirin berxwedana jinê tê bîra mirov û wiha got: “Ji ber ku hikumeta Baasê ya ketî demokrasî û aştî pêk neanî ket û HTŞ hate şûna wê. Dinya alem jî dizane ku HTŞ berdewama DAIŞê ye û di bin kontrola dewletên hegemon û kapîtalîst de ye. HTŞê bi serê xwe hikumeta Baasê nexist.”

‘Divê Tirkiye aştiya di navbera xwe û kurdan de pêk bîne’

Şukran Efeturk da zanîn ku êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne rast in û wiha domand: “Divê Tirkiye aştiya di navbera xwe û kurdan de pêk bîne. Ku ne ji ber kurdan bûya niha DAIŞ da cîranê Tirkiyeyê bûya. DAIŞ neyarê jinê û mirovahiyê ye. Hikumeta ku dixwest DAIŞ cîranê wê bûya sed sal in neyartiya kurdan dike. Lê tiştek bi dest nexistiye. Hewce ye bi kurdên nava xwe re jî aştiyê pêk bîne, pirsgirêka kurd çareser bike, bi Rojava re jî aştiyê çêbike. Heta ku demokrasî û aştî çêbibe dê kurd li ber xwe bidin.”

‘Dewleta tirk ji pergala demokratîk ditirse’

Şukran Efeturk, destnîşan kir ku ji bo pêşî li êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên girtin divê gelê kurd li ser piyan be û wiha pê de çû: “Divê kurd li her çar aliyê Kurdistanê yekitiya xwe ava bikin û bibin yek. Li ber xwe bidin û van êrişan têk bibin.”

Şukran Efeturk, bi lêv kir ku dewleta tirk ji pergala demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ditirse û wiha pê de çû: “Ji bo ku paradîgmaya li wir nekeve meriyetê dewleta tirk evqas êriş dike. Dixwazin felsefeya jinê ya li wir pêş ketî têk bibin. Li ku zilm, zext hebe em jî weke Meclisa Jinan dê li dijî wê derkevin.”

 

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Saziyên kedê yên Êlihê banga tevlîbûna meşa 1ê Gulanê kirin

Saziyên kedê yên Êlihê banga tevlîbûna meşa 1ê Gulanê kirin

30 NÎSAN 2026
Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Amedê: Dê modela demokratîk bê nîqaşkirin

Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Amedê: Dê modela demokratîk bê nîqaşkirin

30 NÎSAN 2026
Weqfa Mezopotamyayê kovarên folklora Kurdî dîjîtalîze kir

Weqfa Mezopotamyayê kovarên folklora Kurdî dîjîtalîze kir

30 NÎSAN 2026
Ribêsan li ser dezgahan cihê xwe girt: Dermanê nexweşiyan e

Ribêsan li ser dezgahan cihê xwe girt: Dermanê nexweşiyan e

30 NÎSAN 2026
‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

30 NÎSAN 2026
Karayilan: Hikûmetê wek pratîk pêvajoyê rawestandiye

Karayilan: Hikûmetê wek pratîk pêvajoyê rawestandiye

30 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê’

    ‘Şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Colemêrgê ev nezî 2 meh in ava vexwarinê şêlû diherike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ev maça dawî ji bo Amedsporê maça man û nemanê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ribêsan li ser dezgahan cihê xwe girt: Dermanê nexweşiyan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Weqfa Mezopotamyayê kovarên folklora Kurdî dîjîtalîze kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Karayilan: Hikûmetê wek pratîk pêvajoyê rawestandiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (1029)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne