Êlih – Nûnera DÎSK Genel Îşê ya Êlihê Narîn Erol, Hevserokê Şaxa SESa Êlihê Cîhan Tuzun û Berdevkê TMMOBê yê Êlihê Şahîn Bavlî bang li hemû kedkaran kirin ku roja 1ê Gulanê li qadan bin û gotin: “Em bi deng û rengê xwe gotinên xwe, pirsgirêkên xwe bînin ziman.
1ê Gulanê, li seranserê cîhanê wekî Roja Yekîtî, Piştevanî û Têkoşîna Karkeran li her derî tê pîrozkirin. Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên cuda yên weke mitîng, meş û daxuyanî dê bên lidarxistin. Yek ji van bajaran jî Êlih e. Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê dê di 1ê Gulanê de bi dirûşmeya “Werin 1ê Gulanê ji bo mafê kedê, edalet, aştî û demokrasiye bibin yek” saet di 13:00an de li pêşiya Nexweşxaneya Farabiyê heta Parka Yilmaz Guney meş bê li dar xistin û piştî meşê jî daxuyanî dê bê dayîn. Dû re jî şahiyek dê bê lidarxistin. Nûnera DÎSK Genel Îş ê ya Êlihê Narîn Erol, Hevserokê Şaxa SESa Êlihê Cîhan Tuzun û Nûnerê Lijneya Kordînasyona Êlihê ya TMMOBê Şahîn Bavlî derbarê 1ê Gulanê de ji ajansa me re axivîn û banga tevlibûna meş û daxuyaniyê kirin.

Nûnera DÎSK Genel Îş ê ya Êlihê û endama Komîteya Amadekar a bernameya 1ê Gulanê Narîn Erol anî ziman ku pergal û xwediyên fîrmayên mezin her tim xwestine ku karkeran biperçiqînin û wiha got: “Hem pergal, hem karmend û hem jî xwediyê kar, hem bi fîzîkî hem jî bi awayekî tund karkeran diperçiqînin. Roja ku em nûçeyên karkeran jiyana xwe ji dest didin nebînin nîne. Em her tim bi van bûyeran re rû bi rû dimînin. Em dikarin di vê mijarê de mînak li ser Şaredariya Êlihê bidin. Yên ku deng derdixin ji karê xwe dibin. Em weke DÎSK Genel Îşê sê serdem in li dijî qeyim li ber xwe didin. Gelek caran di mijarên wisa de fikrên siyasî weke hincet tê dîtin û karker ji kar tên avêtin. Yên li wir dewam dikin jî bi mobîngan û surgunan re her tim rû bi rû dimînin. Em bawerim yên ku herî zêde rastî tundiyê tên dê ew li qadan herî pir bertekên xwe nîşan bidin.” Narîn Erolê banga tevlibûna meşê li hemû sendîka û partiyên siyasî û karkeran kir û got: “Em dixwazin herkes bi reng û dengên xwe û bi tilîliyên xwe li wê qadê be.”
‘Em aştî, azadî û demokrasiyê dixwazin’

Hevserokê Şaxa SESa Êlihê Cîhan Tuzun jî diyar kir ku sermayedar tu carî naxwazin xebatkar berdelê xebata xwe bistînin û wiha axivî: “Armanca me ew e ku em li qadan daxwazên xwe yên ji bo ked, aştî, azadî û demokrasiyê bînin ziman. Em bang li gel, jin, ciwan û hemû xebatkaran dikin ku tev li meşê bibin û piştî daxuyaniyê, em ê bi hev re li ber def û zirneyê roja xwe pîroz bikin.”
‘Sendîkayên Zer mafên karkeran naparêzin’

Nûnerê Lijneya Kordînasyona Êlihê ya TMMOBê Şahîn Bavlî jî dest nîşan kir ku pergala dewletê li ser kesên dewlemend hatiye avakirin û got ku dema dewlet mûçeyê kêmtirîn diyar dike, di wir de jî sînorê birçîbûne diyar dike û ev tişt anî ziman: “Kesên dewlemend jî li gora vê yekê tevdigerin. Kedkar di diyarkirina komisyona mûçeyê kêmtirîn de nexuya ne û ne jî xwedî maf in. Dema ku di wir de xwedî maf bûna, divê ku di diyar kirina mûçeyê de dikaribûna mûçe zêde bikirina. Dewlet, kesên dewlemend û Sendîkayên Zer ên girêdayê desthilatê mafên karkeran naparêzin. Ev hemû di nava hev de mûçeyê kêmtirîn diyar dikin û sînorên birçîbûnê derdixin holê. Her sal vê rezaletê bi karkeran didin jiyîn. Hê duh li ber çavên me bû ku 4 meh in zêdetir e, karkerên madenê heqdestên xwe nestendine. Û xwediyê wê firmaya ku ew karker lê dixebitin bi milyon û çarsed hezarî ji xwe re tizbiyek stendiye. Ji bo ku xwe nêzîkî desthilatdarê bike. Lê ji bo kedkarekî serê xwe naêşîne. Dema ku sendikayek li kur xebatên wan zêde bin li wir ew xwedî maf in. Ji bo me jî girîngiya 1ê Gulanê jî ew e, divê em li qadan wê yekbûnê bidin nîşandan. Û mafên xwe yên aborî û jiyanî dikaribin bistînin û bînin ziman. Bangewaziya me li gelê me ye ku di 1ê Gulanê de li qadan bin û bi rengê xwe dengê xwe û dikaribin gotinên xwe, pirsgirêkên xwe bînin ziman û tev li meşê bibin.”







