• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Senator McCaul: Divê hikûmeta Sûriyeyê dawî li êrîşên hovane bîne

    Senator McCaul: Divê hikûmeta Sûriyeyê dawî li êrîşên hovane bîne

    Macron û Barzanî banga rawestandina rageşiya Sûriyeyê kirin

    Macron û Barzanî banga rawestandina rageşiya Sûriyeyê kirin

    Di êrişa çeteyan de zarokek jiyana xwe ji dest da

    Di êrişa çeteyan de zarokek jiyana xwe ji dest da

    Gelê Koyê ji bo Rojava û Rojhilat meşiya

    Gelê Koyê ji bo Rojava û Rojhilat meşiya

    Heyeta DEM Partî dê sibe daxuyaniyê bide

    Heyeta DEM Partî dê sibe daxuyaniyê bide

    Heyeta Rêveberiya Xweser bi Nêçîrvan Barzanî re civiya

    Heyeta Rêveberiya Xweser bi Nêçîrvan Barzanî re civiya

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Senator McCaul: Divê hikûmeta Sûriyeyê dawî li êrîşên hovane bîne

    Senator McCaul: Divê hikûmeta Sûriyeyê dawî li êrîşên hovane bîne

    Macron û Barzanî banga rawestandina rageşiya Sûriyeyê kirin

    Macron û Barzanî banga rawestandina rageşiya Sûriyeyê kirin

    Di êrişa çeteyan de zarokek jiyana xwe ji dest da

    Di êrişa çeteyan de zarokek jiyana xwe ji dest da

    Gelê Koyê ji bo Rojava û Rojhilat meşiya

    Gelê Koyê ji bo Rojava û Rojhilat meşiya

    Heyeta DEM Partî dê sibe daxuyaniyê bide

    Heyeta DEM Partî dê sibe daxuyaniyê bide

    Heyeta Rêveberiya Xweser bi Nêçîrvan Barzanî re civiya

    Heyeta Rêveberiya Xweser bi Nêçîrvan Barzanî re civiya

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Yekîtiya neteweyî xwedî girîngiyeke jiyanî ye

Amed / AW

17 ÇILE 2026 - 18:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk piştî Civîna xwe ya Giştî ya Asayî ya 2yemîn encamnameya civîna xwe aşkere kir û destnîşan kir ku yekîtiya neteweyî ji bo hemû partî, rêxistinên civakî yên sivîl, rûspiyên civakî, eşîr, komên olî û etnîkî yên Kurd xwedî girîngiyeke jiyanî û lezgîn e û berpirsiyariyeke ku nayê paşxistin e.

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi dirûşma “Em ê bi ruhê yekîtiyê bi ser bikevin” Civîna xwe ya Giştî ya Asayî ya 2yemîn li Eywana Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar xist. Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç di nav de gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî yên ji bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin tev li civînê bûn. Piştî axaftinên di civînê de hatin kirin encamnameya civînê ji çapemeniyê re hate parvekirin. Bi zaravayê kurmancî yê Kurdî endama sekreteryaya Înîsiyatîfê Songul Korkmaz bi Tirkî jî endamê sekreteryaya Înîsiyatîfê Cemal Sati metnê encamnameyê xwend.

Encamnameya civîna Yekîtiya Înîsiyatîfa Demokratîk wiha ye: “Em li cîhanê û bi taybetî li Rojhilata Navîn dibînin ku bûyer û geşedanên awarte pêk tên. Ji ber pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê rêberê PKKê Birêz Abdûllah Ocalan û Serokê Giştî yê MHPê Birêz ve hatibû destpêkirin û Serokkomar Birêz Recep Tayyîp Erdogan û desthilata AKPê jî lê xwedî derketibû, atmosfereke girîng afirand ku di serî de gelê Kurd hemû gelên Tirkiyeyê bi hêvî û bendewariyan pêşwaziya sala 2026an kirin.

Lêbelê, hêzên navneteweyî, herêmî û hêzên paşverû yên herêmê ku ji destpêka 2026an heta îro dixwazin ku bi êrîşên bi mejiyekî stratejîk hatine plankirîn û rêxistinkirin, daxwazên gelê me û pergala demokratîk a tê avakirin bi êrîşên hovanê bitepisînin. Me komcivîna xwe ya asayî ya 2yemîn di nava atmosfereke ji ber geşedanên awarte ku nezalelî zêdebûne de li dar xist.

Gelê me yê hêja;

Êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li dijî gelê Kurd, komkujî û koçberkirin di serî de Heleb, bêkurdkirina Sûriyeyê û guhertina avahiya demografîk ku bi hişmendiya faşîst, nijadperest, mezhebî û selefi tê meşandin, nîşan didin. Êrîş û komkujiyên hovane yên ku pêşî li ser gelê Elewî, paşê li ser gelê Durzî û aniha jî li ser gelê Kurd hatine kirin nîşan didin ku bi awayekî zelal gav bi gav di çarçoveya planeke stratejîk de tên meşandin.

Divê di hemû astan de piştevaniya xwe bi gelê Kurd re nîşan bidin

Em bang li civaka navneteweyî dikin ku ji ber têkoşîna li dijî DAÎŞê ya qehremanî û berdêlên giran, rêz li hemû gelên ku pêkhateyên HSDê ne, spasdar û rêzdar bin û di hemû astan de piştevaniya xwe bi gelê Kurd re nîşan bidin.

Gelê me yê hêja;

Komcivîna me, banga li hemû gelên Tirkiyeyê û hêzên demokratîk dike ku li hemberî rastiya êrîşên li Sûriyeyê, ku di nava xwe de potansiyela pevçûn û şerekî mezin dihewînin ku her ku diçe hemû welatên herêmê digire nav xwe û armanc dikin ku înîsiyatîfên çareserkirina pirsgirêka Kurd ên ku ji aliyê Birêz Abdûllah Ocalan û Birêz Devlet Bahçelî ve hatine destpêkirin, provoke bikin û wan bi rewşa bêçareseriyê mehkûm bikin, xwedî hesasiyetê bin û piştevaniya xwe ya bi gelê Kurd re nîşan bidin.

Pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyê ku ji aliyê desthilata AKPê ve ber bi demê re tê paşxistin û gavên pêwîst ên yasayî nayên avêtin da ku rê li ber encamdana serkeftî ya pêvajoyê veke, pêvajoyê dixe xetereyê. Lêbelê, geşedanên siyasî û civakî yên li cîhanê û li Rojhilata Navîn pêwîst dike ku dewleta Tirkiyeyê di nêzîkatiya xwe ya li hember pirsgirêka Kurd de, ku pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê ye, polîtîkayên cidîtir, rasteqîn û stratejîktir pêş bixe.

Hemû cîhan dibîne ku HTŞ çawa ji bo êrişan tê teşwîqkirin

Ji ber daxuyaniyên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, Wezareta Parastina Neteweyî û burokrasiya ewlehiyê hemû cîhan jî dibîne ku ji aliyê heman zihniyet ve HTŞ çawa tê çekdarkirin û ji bo êrişan tê teşwiqkirin. Aşkere ye ev zihniyet astengiya herî mezin a li pêş Sûriyeke demokratîk e ku Kurd, Ereb, Durzî, Ermen, Tirkmen, Suryan, Êzidî, Elewî, Şîa, Sunî û hemû gel û baweriyên din ên Sûriyeyê bikaribin bi hev re bijîn.

Gelê me yê hêja;

Komcivîna me, binî xêz dike ku ev polîtîka û senaryoya ku tê ceribandin, dê zirareke mezin bide hem dewleta Tirkiye, hem jî gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn û hişyar dike ku çeteyên HTŞê ku wekî şaxeke DAÎŞê ne, siberoja hemû gelên herêmê tehdit dikin.

Komcivîna me, helwesta ne dilsoz a dewletên ku xwe wekî dostê gelên Kurd, Durzî, Elewî û Xiristiyanan nîşan didin û di deh salên borî de bi hêzên HSDê re ji bo jiholêrakirina çeteyên DAIŞê tifaq kirine, xisti rojeva xwe û diyar ku bi hevpeymana Parîsê destkeftiyên gelê Kurd kirin hedef.

Ev hemû êrîşên ku di realîteya Rojhilata Navîn de armanca wan pêşîgirtina li statuya gelê Kurd e dê bi têkoşîna hevpar a gelên me werin pûçkirin; maf, hiqûq, edalet û îradeya gel wê teqez ser bikeve.

Hemû gel, bawerî û çand dikarin xwe bi awayekî azad bi rê ve bibin

Komcivîna me, bawer dike ku rêya bingehîn a çareseriyeke demokratîk li Sûriyeyê, pêşxistina komareke demokratîk bi sîstemeke federal, nenavendî û bi vî rengî ye ku hemû gel, bawerî û çand dikarin xwe bi awayekî azad bi rê ve bibin û bijîn. Çareserî û çare ev e.

Komcivîna me, bal kişand ser rol û mîsyona pêşeng a jinan di têkoşîna li Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûr de û têkoşîna veguherîner û avaker a jinan, ku dînamîka bingehîn a rizgarî û azadiyê ye, silav kir.

Gelê me yê hêja;

Komcivîna me, pêşketinên siyasî û civakî yên ku di mehên dawî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê qewimîne bi awayekî berfireh  nirxand. Di komcivînê de hat destnîşankirin ku têkoşîna gelê me li dijî rejîma mela ya faşîst, mezhebî û înkarker a Îranê rê li ber pêşketin û destkeftiyên mezin vekiriye.

Geşedanên li welatên Rojhilata Navîn ên wekî Sûriye, Lubnan û Îranê nîşan didin ku tevahiya Rojhilata Navîn di pêvajoyeke mezin a guhertin û veguherînê de ye. Hêzên navneteweyî û herêmî dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin. Aşkere ye ku şoreşeke potansiyel li Îranê, dê bandor û encamên şoreşgerî yên siyasî, civakî û aborî li ser hemû Rojhilata Navîn û qada navneteweyî çêbike. Li ser bingeha van nirxandinan, komcivîna me bang li hemû gelê me, gelên herêmê û civaka navneteweyî dike ku piştevaniya xwe bi gelê me yê li Îranê û bi taybetî jî bi gelên ku li dijî rejîma melayan şer dikin re nîşan bidin.

Gelê me yê hêja;

Komcivîna me, ligel van geşedanên siyasî, wêrankirina ekolojîk a berdewam û her ku diçe berbelav dibe, fihûş, kuştinên jinan, dijminatiya xwînî, nakokiyên li ser erdan û encamên wan, û hemî pirsgirêkên din ên civakî li Bakurê Kurdistanê bi awayekî berfireh nîqaş kiriye û nirxandiye. Diyar kiriye ku têkoşîna li dijî vê zihniyete ku zirarê dide yekîtiya me ya civakî û neteweyî, nirxên me yên exlaqî û civakî, bawerî, kevneşopî û çanda me û sazûmankirina vê têkoşînê karekî pir lezgîn û girîng e.

Ji bo vê armancê, komcivîna me bang li hemû komele, rêxistinên civakî yên sivîl, rûspiyên civakî û kesên ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan dixebitin kiriye ku ezmûn, pisporî, zanîn û bandora xwe di çarçoveya Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk de bikin yek û bizanin ku sazkirina çareseriya van pirsgirêkan dê encamên xurttir û mayîndetir bi xwe re bîne.

Gelê me yê hêja;

Komcivîna me, li ser bingeha pêşketinên awarte yên li her çar beşên Kurdistanê, careke din diyar kiriye ku Yekîtiya Neteweyî ji bo hemû partî, rêxistinên civakî yên sivîl, rûspiyên civakî, eşîr, komên olî û etnîkî yên Kurd xwedî girîngiyeke jiyanî û lezgîn e û ew berpirsiyariyeke ku nayê paşxistin e.

Her çar beşên Kurdistanê di qonaxeke dîrokî re derbas dibin

Geşedanên siyasî û civakî yên ku em dibînin bi awayekî zelal nîşan didin ku her çar beşên Kurdistanê di qonaxeke dîrokî re derbas dibin, ku ji bo gelê me derfetên dîrokî pêşkêş dikin. Ji ber vê yekê, şîrovekirina rast a ruhê demê û avakirina saziyan di çarçoveya yekîtiya neteweyî de pir girîng e. Pêvajoya ku em tê re derbas dibin pêvajoyek wisa ye.

Di vê çarçoveyê de, daxuyaniyên Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan birêz Bafil Talabanî û rêber û kesayetên din ên Kurd ên li ser komkujî û jenosîda li Rojava li dijî gelê me hatiye kirin, ji bo yekîtiya neteweyî pir girîng, watedar, teşwîqkar û hêja ne. Xwesteka herî mezin, bendewarî û daxwaza gelê me ew e ku ev daxuyanî di pratîkê de cih bigirin.

Gelê me yê hêja;

Komcivîna me ya Asayî ya Duyemîn, li ber çavan van nirxandinên giştî, careke din bi tundî bawerî û biryardariya xwe tekez kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê, nekarîna çareseriyeke demokratîk a bilez ji bo pirsgirêka Kurd, ku bûye pirsgirêkeke dîrokî, bi rêbazên aştiyane pêk bîne. Tirkiye mozaîkek ji gel û baweriyan e. Careke din bi tundî bawerî û biryardariya xwe tekez kir ku ev mozaîka dewlemend pêkan e ku di çarçoveya entegrasyona demokratîk de di welatekî hevpar û komareke demokratîk de bi hev re bijîn. Ji ber vê yekê, careke din ragihand ku ew pêşxistina siyaseta demokratîk û hişmendiya civakî ya demokratîk û rêxistinkirina wê wekî rêbaza herî bingehîn û bingehîn a xebat û têkoşînê dibîne.

Ji ber ku siyaseta demokratîk rêbaza herî bingehîn a têkoşîn û rêxistinbûnê ye ku dê bihêle Tirkiye ber bi pêvajoyek aştiyane-demokratîk ve biçe, tê destnîşankirin ku misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan ku rê li ber vê pêvajoyê vekiriye û afirandina şert û mercên azad ji bo ku ew pêvajoyê bi serkeftî birêve bibe, mijareke rojevê ya girîng û pêşîn a sereke ye ji bo bi serkeftî encamdana pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk ku nêzîkî salekê ye li Tirkiyeyê berdewam dike û ev yek ji bo pêkanîna aştiyê pir girîng e.

Ji ber vê yekê, em bi tundî tekez dikin ku siyasîkirina dadweriyê li Tirkiyeyê, bikaranîna dadweriyê ji bo operasyonên li dijî her cûre muxalefetê, jiholêrakirin û bêbandorkirina her cûre muxalefetê û israrkirina li ser siyaseta tayînkirina qeyûman di nav astengiyên herî mezin ên li pêşiya pêşveçûna siyaseta demokratîk in û li pêşiya pêşveçûna pêvajoyeke demokratîk û aştiyane û avakirina pergaleke demokratîk li welatê me yê hevpar de ne. Em bi rêzdarî bi gelê xwe re parve dikin.”

 

Etîket: AmedencamnameÎnîsiyatîfa YekitiyêjiyanîYekîtî
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Platforma Ked û Demokrasiyê: Nikarin têkoşîna gelan asteng bikin

Platforma Ked û Demokrasiyê: Nikarin têkoşîna gelan asteng bikin

15 ÇILE 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li Amedê dicive

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li Amedê dicive

14 ÇILE 2026
Ciwanan li Amedê ji bo Rojava û Rojhilat çalakî li dar xistin

Ciwanan li Amedê ji bo Rojava û Rojhilat çalakî li dar xistin

13 ÇILE 2026
Ciwanên Amedê ji bo Helebê derketin kolanan

Ciwanên Amedê ji bo Helebê derketin kolanan

11 ÇILE 2026
Li Amedê ji bo Helebê daxuyanî hat dayîn

Li Amedê ji bo Helebê daxuyanî hat dayîn

11 ÇILE 2026
Ciwanên Welatparêz pankart daliqandin: Rojava xeta sor e

Ciwanên Welatparêz pankart daliqandin: Rojava xeta sor e

10 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (622)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne