Fermandarê CENTCOMê Amrîra Brad Cooper bal kişand ser êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê û xwest ku dawî li êrişan bînin.
Cooper di daxuyaniyê destnîşan kir ku hemû alî rageşiyê daxin asta jêr û pirsgirêkan bi riya diyalogê çareser bikin. Cooper wiha got: “Divê hikûmeta Sûriyê dawî li êrişên di navbera Heleb û Tebqayê de bîne. Ji bo têkbirina DAÎŞê pêwistî bi koordinasyona di navbera Amerîka û hêzên hevpeymanê û nîvekarên li Sûriyê heye. Îstikrara herêmê girêdayî aştiya bi cîranan û navxeyî ya Sûriyê ye.













