HSDê tekildarî nûçeyên dibêjin çeteyên hikumeta demkî ketine bajarê Tebqayê daxuyaniyeke da û ew nûçe derewandin.
Navenda Ragihandinê ya Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) der barê rewşa li kantona Tebqayê daxuyaniyeke kurt da.
HSDê diyar kir ku nûçeyên dibêjin çeteyên hikumeta demkî ketine bajarê Tebqayê ne rast in û got: “Hêzên me li cihên xwe ne, û bajarê El Mensûra bi tevahî ji hemû şaneyên ku hewl didan ewlehiyê têk bibin, hatiye paqijkirin.”













