Amed – Li bajarê Amedê, piştî demekê kin barîna berfê dîsa dest pê kir. Bi barîna berfê re bajar careke din spî bû.
Hefteya borî li gelek bajaran berf bariya. Yek ji bajarên berf zêde lê bariya, bajarê Amedê bû. Piştî berfa heliyayî duh bi şev dîsa barîna berfê dest pê kir. Berfê bajar, kolan û kuçe spî kirin.


















