Li Amedê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya banga seferberiyê ya Rojava de bi hezaran kes xwest bimeşin. Polîsan meş asteng kir û paşê êrişî girseyê kir. Bi hezaran kes li kolanan belav bûye û dirûşman berz kirin.
Meşa Platforma Saziyên Demokratîk bi armanca piştgiriya Rojava û şermezarkirina êrişên çeteyên HTŞê pêk anîn rastî êrişa polîsan hat. Di encama êrişan de girse li nav Parqa Qoşuyoliyê belav bû, bi sloganan bersive êrişan da. Bi hezaran kesên ketin kolanan bi sloganên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Rojava rûmeta me ye” berz kirin.













