Xelkê Wanê ji bo Rojava daket qadan. Polîsan êrişî çalakiyê kir û tevî hevserokên DEM Partî û DBPê, hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê û Serokê Baroya Wanê gelek kes hatin binçavkirin.
Platfomra Saziyên Demokratîk a Wanê xwest têkildarî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê meşekê li dar bixe. Girse, li ber Şekerbankê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê kom bû û pankarta “Xwedîderketina Rojava, xwedîderketina mirovahiyê ye” vekirin. Girseyê xwest bimeşe, lê polîsan êrişî girseyê kir. Ewilî bi tomayan av avêtin girseyê û dû re jî hevserok, hevşaredar û rêveberên saziyên sivîl jî di nav de gelek kes binnçav kirin.
Ciwanên derdorê bertek nîşanî êrişan da û di nava kolanan de bi dirûşmeya, “Her der Rojava, her der berxwedan”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” meşiyan.

Kesên hatine binçavkirin ev in:
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê; Abdullah Zeydan û Neslihan Şedal, hevserokên DBPê yên Wanê Gonul Ûzûnay û Cemal Demîr, hevserokên DEM Partiyê yên Wanê Veysî Dîlekçî û Gulşen Kûrt, serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, hevserokê Şaxa ÎHDê ya Wanê Mehmet Salîh Coşkûn, Dayikên Aştiyê, Şevket Aslan, Zozan Bor, Alî Şapkaci, Veysî Atay, Edibe Babur, Hamdûllah Kûmlî, Omer Işik, Aynûr Sarica, Sînan Ok, Mizgîn Avras, Fazıl Alçîçek, Tûncer Bayram, Zafer Aydin, Hanim Kaya, Hasan Çetîn, Hûseyîn Yavîç, Mûrat Atabay, Fûnda Demîr Bozkûrt, Rojhat Aslan, Lokman Babat, Nacî Kaçmaz, Ebûbekir Orhan, Sevda Akin Akar, Hamît Kûrt, Şemsettîn Bakir, Bariş Oflaz.
Gelek kesên din jî ku navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin.














