Gelê bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê di çarçoveya banga seferberiya Rojava de daket qadan.
Bi hezaran welatiyên bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê li ser banga seferberiya xwedîderketina li Rojava derket qadan û bi ruhê yekîtiyê li Rojava derket. Girse tevî barîna berfê û hewa sar jî daket qadan û bê navber dirûşma “Bijî berxwedana Kobanê” berz kir.
Gelê Silêmaniyê sibê berê xwe dide Rojava
Hat ragihandin ku wê sibê bi pêşengiya Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojava ya Herêma Kurdistanê karwanek wesayîtan dê berê xwe bide Rojava. Karwan dê saet di 07:00an de li Navenda Çandê ya Hola Tewar a Silêmanî bi ber bi Rojava ve rê bikeve.













