Şervanên HSD û YPJê hemû êrişên çeteyan ên li ser bajaroka Çelebiyê têk birin û 6 wesayîtên wan rûxandin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê ragihandine, çeteyên HTŞ û SMOyê ji duh serê sibehê (19 çileyê) heta niha gelek caran êrişî bajaroka Çelebiyê ya dikeve başur rojhilatê Kobanê kirin. Lê şervanên HSD û YPJê bersivên tun dan wan û tevahiya êrişên wan têk birin.
Di pevçûnan de 6 wesatiyên çeteyan hatin rûxandin û gelek çete hatin kuştin.













