Gelê Silêmaniyê ku duh biryar girtibû dê berê xwe bide Rojava, vê şeveqê bi pêşengiya ciwanan gelê Silêmaniyê li wesayîtan siwar bûn û berê xwe dan Rojava.
Derbarê mijarê de Channel 8ê dîmena ciwanên Kurd yên berê xwe dane Rojava parve kir. Her diçe êrişên li ser Rojava zêdetir dibe û xetereyên mezin dertên holê. Endamê Konseya Hevserokatiya PYDê Foza Yûsif û hemû rayedarên Rojava banga seferberiyê ragihand û bang li Kurdistaniyan kir da ku beşdarê sefirberiyê bibin û berê xwe bidin Rojava.
Banga seferberiyê deng veda û ji çar parçeyên Kurdistan û gelek cihên cîhanê ciwanên Kurd berê xwe didin Rojava. Di vê derbarê de dimenên tevlêbûna ciwanên Kurd jî gelek aliyan ve her diçe zêti dibe.
Bersiveke xwert ciwanên Başûrê Kurdistanê ji Silêmanîyê hat. Ciwanên Kurd yê Silêmaniyê dema li wesayîtê siwar dibin diyar dikin ku ew heta Qamişlo û nasekinin. Ciwanên li wesayîtan siwar bûn berê xwe dan Rojava. Tê payîn demeke nêz de ciwan sînoran bibezînin û sînorên navbera Kurdan bêwate bikin.













