Gelê ji Silêmaniyê bi armanca piştgiriya seferberiya neteweyî ber bi sînorê Rojavayê Kurdistanê ve ketin rê, bi sloganan meşa xwe didomînin.
Gelê Silêmaniyê ku li ser banga Rêveberiya Xweser a Rojava ya seferberiya neteweyî di seatên şeveqê de bi rê ket, meşa xwe ya ber bi sînorê Rojava ve berdewam dike. Komê dîmenên meşa xwe parvekirin û bang li her kesî kir ku ji bo Rojava rabin ser pêyan. Koma sloganên, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana HSDê” berz dike, tê payîn ber bi êvarê ve bigihîjin Zaxoyê.













