Li Sêrtê bi hezaran welatî ji bo şermezarkirina êrişên ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşman meş li dar xistin.
Li ser bangawaziya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê li Sêrtê hezaran kes lî pêşiya avahiyê DEM Partiyê yê Sêrtê hatin cem hev û dest bi meşê kirin. Girseya pankarta, “Parastina Rojave parastina mirovahiyê ye” vekir, dirûşmên, “Rojava rûmeta me ye”, “Bijî Kurdistan”, “Rojava xeta me ya sor e” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Meşa ku esnaf û welatî jî bi dirûşman piştgiriyê didin, tevî astengiya polîsan jî di nava bejêr de berdewam dike.









