Şervanên HSD û YPJê li ser Pira Qereqozaq êrişa çeteyan şikandin û derbeyên giran li wan xistin.
Li gorî agahiyên nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ji herêmê ragihandine, komên çeteyan ên girêdayî hikûmeta demkî ya Suriyeyê, êrişî Pira Qereqozaq kirin. Li ser vê yekê şervanên HSD û YPJê bersiv da û pevçûn derket. Di pevçûnan de derbeyên giran li çeteyan hatin xistin û êrişa wan hat şikandin.
Pira Qereqozaq yê ku li başûrê Kobanê dikeve, di dema êrîşên DAIŞê ya 2014an de jî gelek caran rastî êrîşan hatibû û ji hêla endamên YPG/YPJê ve bi awayeke canbexşane hatibû parastin.













