Bi hezaran welatiyên Qamişlo berê xwe dan deriyê sînor a Nisêbînê. Welatî ji bo pêşwaziya çalakiya xelkên Nisêbînê kom dibin.
Li Bakurê Kurdistanê bi dehezaran welatî ji bo piştgiriya berxwedana Rojava berê xwe dan sînorê Bakur û Rojava. Bi hezaran şêniyên Qamişlo jî berê xwe dan deriyê sînor ji bo pêşwaziya piştgiriya gelê Bakur.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), leşkerên Tirk ji bo welatiyên Qamişlo asteng bikin, gule li ser girseya gel barandin.
Li Nisêbînê bi deh hezaran welatî civiyabûn û piştî daxûyaniya Koma Meclîsê a DEM Partiyê, ji bo piştgirî bidin gelê Rojava berê xwe dane ser sînor. Gel ji bo têlên sînor derbas bikin di nava hewldanê de ne.













