Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), ragihand ku ji ber zêdebûna gefan û têkçûna hevpeymaniya navneteweyî, biryar da ku xwe ji Kampa Holê vekişîne.
HSD di daxuyaniyek nivîskî de got, “Ji ber bêxemiya navneteweyî ya li hember pirsgirêka rêxistina terorîst a DAIŞê û têkçûna civaka navneteweyî di bicihanîna berpirsiyariyên xwe de di çareserkirina vê pirsgirêka cidî de, hêzên me neçar man ku ji Kampa El-Holê vekişin û li dora bajarên Bakur-Rojhilatê Sûrî, ku bi xetere û gefên zêde re rû bi rû ne, ji nû ve bi cih bibin.”
Li derdora kampê şerên giran hebûn
Kampa Holê ji sala 2019an û vir de ji hêla hêzên HSDê ve dihate kontrol kirin. Li kampê nêzîkê 10 hezar endam û malbatên DAIŞ dijiyan. Piştî êrîşên çeteyên girêdayî hikumeta Sûrî, şerên giran li derdora kampê rûdabûn.
Digel bangawaziyên HSDê ji bo Hevpeymana Navneteweyî jî, ji bo parastina kampê tu hewldan pêk nehatibûn. Piştî vekişîna hêzên HSDê ji kampê, niha tê meraqkirin ku gelo endamên DAIŞÊ dê bi çi awayê werin kontrolkirin.












