Çeteyên HTŞê ku ketin Qampa Holê gelek endamên DAÎŞê serbest berdan. Çeteyan berdana endamên DAÎŞê bi slogan û tekbîran pîroz kirin.
Piştî HSDê bi boneya ku Hevpeymaniya Navneteweyî erkên xwe bi cih neanîne, xwe ji Qampa Holê vekişand, çeteyên HTŞê ketin qampê û gelek çete serbest berdan. Çeteyên HTŞê ku ketin Qampa Holê gelek endamên DAIŞê serbest berdan. Çeteyan berdana endamên DAIŞê bi slogan û tekbîran pîroz kirin.
DAIŞiyan tev li refên xwe dike
Li gorî agahiyan hatine bi destxistin HTŞê çek daye gelek endamên DAIŞê û tev li komên xwe kirine. Hate zanîn ku HTŞ dixwaze bi van çeteyan êrişên li ser Rojava zêde bike.











