• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 13ê ADARA 2026an

    Balafira tanker a leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê ket

    Balafira tanker a leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê ket

    ‘Em ê yekîtiya gelê Kurd bi agirê Newrozê bidin nîşandan’

    ‘Em ê yekîtiya gelê Kurd bi agirê Newrozê bidin nîşandan’

    Li Esenyurtê agirê Newrozê geş bû

    Li Esenyurtê agirê Newrozê geş bû

    Quntara Qerejdaxê bi agirê Newrozê ronî bû

    Quntara Qerejdaxê bi agirê Newrozê ronî bû

    Agirê Newrozê li Agiriyê hat pêxistin

    Agirê Newrozê li Agiriyê hat pêxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 13ê ADARA 2026an

    Balafira tanker a leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê ket

    Balafira tanker a leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê ket

    ‘Em ê yekîtiya gelê Kurd bi agirê Newrozê bidin nîşandan’

    ‘Em ê yekîtiya gelê Kurd bi agirê Newrozê bidin nîşandan’

    Li Esenyurtê agirê Newrozê geş bû

    Li Esenyurtê agirê Newrozê geş bû

    Quntara Qerejdaxê bi agirê Newrozê ronî bû

    Quntara Qerejdaxê bi agirê Newrozê ronî bû

    Agirê Newrozê li Agiriyê hat pêxistin

    Agirê Newrozê li Agiriyê hat pêxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Kanadayê ji bo Rojava meşiyan: Rojava xeta sor e 

Navenda Nûçeyan / AW

21 ÇILE 2026 - 08:18
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Bi hezaran Kurd û dostên Kurdan li Vancouverê ber bi konsolosxaneya DYAyê ve meşiyan û gotin: “Rojava xeta me ya sor e.” 
Li dijî êrîşên çeteyên HTŞ û DAIŞê ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, li bajarên Toronto û Vancouverê yên Kanadayê bi hezaran Kurd û Kurdistanî meşiyan. Bi bangê Navendên Civaka Kurd a Kanadayê, bi sedan Kurdistanî li hev civiyan, êrîşên li ser Rojava protesto kirin û ragihandin ku dê çalakiyên xwe bênavber bidomînin.
Girseya ku li Toronto û Vancouverê li hev civiya, bi dirûşme û stranên şoreşgerî ber bi konsolosxaneya DYA’yê ve meşiya. Di dema meşê de dirûşmeyên “Bijî Rojava”, “Bijî Kurdistan” deng veda. Çalakvanan gotin ku dê biryara çalakiyên bênavber li seranserê Kanadayê bidomînin.
Rojava xeta kurdan a sor e
Piştî çalakiyê di daxuyaniya hat dayîn de, hate gotin ku Rojava ji bo gelê Kurdistanê nirxekî ku nayê berdan e û ev yek hate ziman:
“Rojava xeta me ya sor e. Bila kes hêvî nekin ku em li hemberî dagirkirina Rojavayê bêdeng bimînin. Her piştgiriya ku ji HTŞê re tê dayîn -ku navê xwe guherandiye lê DAIŞ e- xiyanet li Kurd û Kurdistanê ye.”
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser siyaseta hevsengnebûna ya dewletên rojava jî. Hate gotin ku dewletên ku duh van rêxistinan wekî terorîst binav dikirin, îro wekî aktorên rewa qebûl dikin, ev yek careke din bê rêgeziya hêzên navneteweyî nîşan dide.
‘Dewletê baweriya xwe winda kir’
Hate destnîşankirin ku dewletên ku pêşî piştgirî didin tevgera gel a Rojhilatê û paşê ji ber berjewendiyên xwe paş ve vedikişin, baweriya xwe di nav gelan de winda dikin û ev gotin hatin ziman:
“Gelê Kurd li hemberî rêxistina herî hov a cîhanê DAÎŞ’ê mirovahiyê parast. Lê belê tenê hiştina Kurdan şaşiyeke mezin e. Ev gel vê yekê ji bîr nake.”
Banga piştgiriyê kirin
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd dê vê serdema tarî bi yekîtî û piştgiriyê derbas bike û wiha hate gotin: “Dostên rastîn ên Kurdan dîsa ew bi xwe ne û hevgirtina gelan e. Îro ji her demê zêdetir dem hatiye yekîtiyê.”
Çalakî bi marş û dirûşmeyan bi dawî bûn, saziyên Kurd ên li Kanadayê bangên berxwedan û çalakiyên bênavber careke din dubare kirin.
Etîket: bangKanadaToronto
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

10 ADAR 2026
PAJKê 8ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û banga xwebirêxistinê kir

PAJKê 8ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û banga xwebirêxistinê kir

6 ADAR 2026
Dayîkên Aştiyê ji bo mitînga 8ê Adarê banga tevlibûnê kirin

Dayîkên Aştiyê ji bo mitînga 8ê Adarê banga tevlibûnê kirin

6 ADAR 2026
Bîlançoya şer a Îranê: Mirin, zirar û êriş zêde dibin

Bîlançoya şer a Îranê: Mirin, zirar û êriş zêde dibin

5 ADAR 2026
Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

4 ADAR 2026
PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

PJAKê banga avakirina komîteyên rêveberiyên herêmî kir

4 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Yek ji kedkar û pêşengê şoreşa Rojava: Salih Muslim

    Yek ji kedkar û pêşengê şoreşa Rojava: Salih Muslim

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyetek ji Bakur dê tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Salih Muslim jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Agirê Newrozê yê salên 90î: Gelo ev der ku der e?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 12ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Salih Muslim, dengê rasteqîn ê şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşegul Dogan: Şandeyeke DEM Partiyê dê tevlî merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên Ebexê: Bila Newroza îsal bibe wesîleya azadî û aştiyeke mayînde

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (482)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne