Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) ragihand ku danê siharê artêşa Îranê bi SÎHA û mûşekan êrişî baregeha wan a li Hewlêrê kiriye.
Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Îranê êrişî baregeha wan a li Hewlêrê kiriye. PAKê di daxuyaniyê de da zanîn ku êriş bi rêya mûşek û balafira bê mirov (SÎHA) kiriye. PAKê da zanîn ku di encama êrişê de pêşmergeyek PAKê yê bi navê Mihemed Salih Mihemed jiyana xwe ji dest daye.
Derbarê êrişê de heya niha Hikumeta Herêmê ti daxuyaniyek nedaye.












