Ligel agirbestên Serokçeteyê HTŞê Mihemmed Colanî aşkare dike jî êrişên li ser Rojava zêde dibin. Çeteyan êrişî gundên Hesekê û bajaroka Sirînê ya Kobanê kir.
Serokçeteyê HTŞê Mihemed Colanî duh cara sêyem agirbest ragihand û angaşt ku ji çareseriyê re amade ye. Lê ligel daxuyaniyên Golanî jî çeteyên HTŞ, DAIŞ û SMOyê ku ji hêla Tirkiyê ve tên rêvebirin, bênavber êriş dikin. Çeteyan di van seatan de êrişî Gundê Ebyad Basil ê li ser riya Hesekê dikin. Çeteyên bi komên qelebalix êriş kirin, rastî bersiva tund a HSD û YPJê hatin. Çete di encama derbeyên xwarîn de paşve vekişiyan.
Li Sirrînê şer didome
Li aliyê Kobanê jî êrişên çeteyan berdewam dikin. Di seatên nîvro de komên çete bi çend aliyan ve êriş anîn ser Bajaroka Sirrînê ya Kobaniyê. Hêzên HSD û YPJê bersiv da van êrişan û pevçûna li herêmê berdewam dike.













