Stenbol – Hunermend Piya Ozçelîk û Genim piştgirî dan gelê Rojava û diyar kirin ku divê hunermend bi hunera xwe kesan der barê êrişan de agahdar bike û gotin: “Em bi stran, film û şano dikarin bibin dengê Rojavayê. Bi rihê Kobaniyê Rojava dê dîsa serbikevê”
Li çar perçeyên Kurdîstanê û welatên Ewropayê gel li dijî êrişên li ser Rojava daketine qadan û çalakiyên girseyî li dar dixin. Li Stenbolê jî hunermendan daxuyanî dan û piştgiriya xwe ji Rojava re diyar kirin. Endama NÇMê Piya Ozçelîk û Endamê Koma Çiya Genim li ser mijarên êrişên li ser Rojava û di demên xeternak de girîngtiya hunerê axivîn.
‘Divê hunermend derdora xwe li dijî êrişan hişyar bikin’
Piya Ozçelîk anî ziman ku divê tevahî hunermend piştgiriyê bidin Rojavayê û wiha axivî: “Ne tenê hunermendên Kurd divê tevahî hunermendên cîhanê piştgiriyê bidin Rojavayê. Divê hunermend derdora xwe li dijî êrişan hişyar bikin. Rojava Kurdistan e. Divê tevahî gelê Kurdistanê jî tev li berxwedana Rojavayê bibin. Divê hunermend bi hunera xwe serî hildin. Çand û hunera me hebûna me ye. Kesên ku nizanin li Rojavayê çi diqewimê divê hunermend bi hunera xwe ji wan kesan re êrişan nîşan bidin. Divê her hunermend bi awayekî siyasî hunera xwe pêk bîne. Divê hunermend bibin dengê gelê xwe. Bila tevahî cîhan li dijî êrişan hişyar bibe. Tu kes çawê xwe negirê. Dilê me li gel Rojavayê ye.”
‘Divê hunermend li cem gel bisekinê û moralê gel xurt bike’
Genim jî diyar kir ku şerekê hovane li ser gelê Kurd tê meşandin û ev tişt anî ziman: “Li dijî êrişan gelê me berxwedaneke mezin dinivîsine. Em li gel berxwedana gelê xwe ne. Li Rojavayê seferberiya giştî hat ragihandin. Gelê me her aliyê li ser piyan e. Gelê Nisêbînê sinoran rakir û derbasî Rojavayê bûn. Divê di her aliyê de em piştgiriyê bidin Rojava, çi destê me were em bikin. Em jî wekî hunermend di nava çalakiyan cih digirin. Em piştgiriyê didin banga seferberiyê. Di aliyê hunerê de hunermend dikarê tiştên cuda bikin. Em bi stran, film û şano dikarin bibin dengê Rojava. Divê hunermend li cem gel bisekinê û moralê gel xurt bike. Ji bona wê divê em rêxistina xwe xurt bikin.”
‘Bi rihê Kobaniyê Rojava dê dîsa serbikevê’
Genim destnîşan kir ku ew difikirin ku ji bo gelê Rojava çi bikin û got: “Divê em hilberinekê biafirînin ku hêza gel hê zêdetir xurtir bikin. Gelê me li Rojava berxwede dide. Li ser me şerekî qirêj hatiye ferzkirin. Gelek dewletên cuda jî di nava vî şerê de cih digirin. Ez jî wekî hunermend dibêjim ‘divê li dijî vê tevahî cîhan piştgiriyê bide gelê Kurd.’ Berxwedana Kobaniyê jî diyar kiribû ku heke hêza gelê Kurd bi cihê xwe de bê dê serbikevê. Bi rihê Kobaniyê Rojava dê dîsa serbikevê. Em li Bakur, Başûr û Rojhilat li cem Rojava bisekinin.”















