Piştî meşa li Nisêbînê, polîsan êrişî girseyê kir û 6 rojnameger jî di nav de gelek kes binçav kir.
Ji bo piştevaniya bi rojavayê Kurdistanê re, li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi beşdariya hezaran kes meş hat lidarxistin. Welatiyan xwestin sînor derbas bikin. Di vê navberê de polîsan êrişî girseyê kir û gelek kes binçav kir.
Li aliyê din; di êrîşa polîsan de Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Kesîra Onel, nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Heval Onkol, rojnameger Ferhat Akinci, Pelşîn Çetînkaya, Muhammet Alî Yilmaz û Bariş Demîrcan jî hatin binçavkirin. Polîs dema dest bi binçavkirinan kir rojnamevanan derb kir û wan li wesayitan siwarkirin.
Niha li seranserî navçeyê rewşeke awarte derketiye holê. Polîs û leşkeran hemû kolan girtine û nahêlin welatî derbasî herêma ser sînor bibin.











