Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) derbarê êrîşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bangek lezgîn ji çapemeniya navneteweyî re kirin û ji wan xwestin ku li ser tiştên ku li Rojava diqewimin xebatên serbixwe û berbiçav bikin.
DFG û MKG ev bang ji bo nûçeyên medyaya navneteweyî yên li ser êrîşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.
Di daxuyaniya nivîskî de bang li rojnamevan, nivîskar, akademîsyen, rêxistinên mafên mirovan û hemû rewşenbîrên xwedî wijdan hate kirin û wiha hate gotin: “Tiştê ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) diqewime ne tenê pevçûnek navxweyî ya herêmî ye; ew krîzek hebûnî ya giran e ku li ser hiqûqa navneteweyî, mafên mirovan û wijdanê hevpar ê mirovahiyê ye. Êrîşên zêde yên di hefteyên dawî de bi awayekî zelal gefên kolektîf ên tunekirinê li dijî hebûn û destkeftiyên gelê Kurd nîşan didin. Wêneyên ji qadê nîşan didin ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya qaşo, rêveberiya HTŞ’ê û komên çekdar ên ku piştgiriyê didin wan, digel hêmanên ku berê bi DAIŞ’ê û komên çete yên ji hêla Tirkiyeyê ve girêdayî bûn, êrîşek hevrêz li ser Rojava dane destpêkirin. Nîşaneyên xurt hene ku ev pêvajo di çarçoveya hevsengiyên hêzên herêmî û peymanên navneteweyî de ji berê ve hatiye plankirin. Bi rastî, peymana ku HTŞ li Parîsê di bin çavdêriya Amerîkayê de pêk anî eşkere dike ku çi cure plan dikare di meriyetê de be. Êrîşên li dijî Kurdan yekser piştî vê peymanê dest pê kirin.”
‘Sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin’
Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku hedefên destpêkê yên êrîşan taxên Kurdan ên li Helebê bûn û ev tişt hatin gotin: “Pevçûn zû belavî xeta Koban û Hesekê bûn. Di vê demê de, hedefgirtina girtîgehên ku endamên DAIŞê lê ne, afirandina valahiyên ewlehiyê û berdana gelek hêmanên radîkal ne tenê ji bo gelê Kurd, lê di heman demê de ji bo ewlehiya herêmî û cîhanî jî rewşek pir xeternak afirandiye. Li wargehên ku êrîş lê hatiye kirin, îdiayên cidî yên binpêkirinên mafên mirovan ên giran hene, di nav de darvekirin, koçberkirina bi darê zorê, îşkence û talankirina sivîlan. Jin, zarok û kal û pîr bûne hedefên rasterast; jiyana sivîlan bi awayekî sîstematîk hatiye felckirin. Bajarên Kurdan ji elektrîk û avê hatine mehrûmkirin, bi vî awayî nifûs bi birçîbûnê re rûberû mane. Ev hemû pêkanîn di bin pênaseya sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê de ne, wekî ku di qanûna navneteweyî de bi zelalî hatiye destnîşankirin.”
‘Komkujî bi rêya dezenformasyonê tên veşartin’
“Rojava yek ji wan cihan e ku di şerê cîhanî yê li dijî DAIŞê de bedelên herî giran lê hatine dayîn. Îro, li heman herêmê, mirovên ku duh ji bo parastina mirovahiyê canê xwe dan, bi dîwarekî bêdengiyê re rû bi rû ne. Heta ku ev bêdengî berdewam bike, tundûtûjî û bêcezatî dê kurtir bibe. Wekî din, komkujiyên li dijî Kurdan bi dezenformasyoneke giran tê veşartin. Di serî de ji hêla medyaya Tirk ve gelek tiştên li qadê diqewimin tê reşkirin.”
‘Jiyanên rojnamegeran di xeterê de ne’
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser rewşa rojnamevanên ku li qadê dixebitin û wiha hate gotin: “Her wiha em dixwazin diyar bikin ku jiyana rojnamevanên ku li ser êrîşên li Rojava ji raya giştî ya cîhanê re rapor dikin di xetereyê de ye, û ev êrîşek li ser mafê raya giştî yê agahdarkirinê ye. Em bang li dezgehên medyayê yên navneteweyî dikin ku li kêleka hevkarên me bisekinin û dengê wan bilind bikin da ku rojnamevanên ku pêkanînên nemirovane yên navneteweyî û sûcên şer belge dikin bikaribin bi azadîtir bixebitin. Em ji her kesî re tînin bîra xwe ku ji bo rojnamevanan pir girîng e ku bûyeran bi awayekî objektîf rapor bikin, ji dezenformasyon û agahiyên şaş dûr bisekinin, ji ber ku ev di etîka rojnamevaniyê de pir girîng e.”
Daxwaz û xwestek
Di bangawaziyê de ji rojnamevan, nivîskar û kesayetên navnetewî ev daxwazên ha hatin kirin:
“*Nûçe û agahiyên serbixwe û berbiçav li ser bûyerên li Rojava pêşkêş bikin,
*Şahidiyên ji qadê û binpêkirinên mafên mirovan bi berdewamî di rojevê de bihêlin,
*Bang li civaka navneteweyî, hikûmet û saziyan bikin ku berpirsiyariya bilez bigirin ser xwe,
*Ji bo rawestandina êrîşên qirkirinê yên li dijî Kurdan, parastina sivîlan û vekirina korîdorên alîkariya mirovî, zextek giştî ya bi bandor biafirînin.”
‘Dîrok dê kesên rastiyan dibêjin binivîse’
“Ev ne bangek e ku weke banga alîgiriyê bê dîtin; ev bangek e ku ji bo jiyan, hiqûq û rûmeta mirovahiyê bê parastin e. Em hewceyê pênûsa we, gotinên we û cesareta we ne da ku piştrast bikin ku tiştên li Rojava diqewimin di tariyê de nemînin. Divê neyê jibîrkirin ku dîrok dê ne kesên ku bêdeng dimînin, lê kesên ku rastiyê dibêjin û ji cîhanê re didin zanîn bi bîr bîne.”











