Nisêbîn bi boneya êrişa polîsan vegeriya qada şer. Di encama êrişê de 6 jê rojanemger gelek kes hatin binçavkirin. Li navçeyê rageşiya ji ber êrişan berdewam dike.
Li Nisêbînê meşa bi beşdarbûna bi deh hezaran kesan hate li darxistin rastî êrişa polîsan hat. Girseya bi slogan û merşan ber bi sînor ve dimeşiya dema hate Parqa Mîtaniyan rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan pertek nîsanî êrişên polîsan da û di nav kuçeyan de meşa xwe domandin. Di rageşiya demek dirêj berdewam kir de gelek kes ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin.
Gel di meşê de israr kir
Ligel êrişan jî gel cardin gihişte hev û ber bi Parqa Aştiyê ve meşiya. Dema girse gihişte Parqa Aştiyê pêşiya girseyê bi wesayîtên zirxî hate birîn û cardin êrişa polîsan pêk hat. Gel jî bi slogan û çepikan bersiv da û êriş şermezar kirin. Ji ber êrişên polîsan gel li kuçeyan belav bûn û sloganên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Kurdistanê” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Gelek kes hatin binçavkirin
Di encama du êrişên cuda Nisêbîn bi tevahiya rojê wekî qada berxwedanê lê hat. Ligel êrişan jî gel di meşê de israr kir û xwedî li Rojava derket. Di êrişên li cihên cuda de 6 je rojnameger gelek kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin, li Midûriyeta Polîsan a Navçeya Nisêbînê tên girtin.











