Waliyê Hewlêrê ragihand ku li ber Parka Şanedêr kampanya komkirina alîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê dê were destpêkirin.
Di çarçoveya piştevaniya ji bo Rojavayê Kurdistanê de, li bajarê Hewlêrê qampanyayek ya komkirina alîkariyê hate ragihandin. Waliyê parêzgeha Hewlêrê Umêd Xoşnaw di rûpela xwe ya fermî ya Facebookê de ragihand ku îro li ber Parka Şanedêr ya li parêzgeha Hewlêrê qampanya dest pê dike. Bang li welatiyan hate kirin ku alîkariyên xwe bînin Parqa Şanedêrê.













