Êrişên çeteyên HTŞ, SMO û Tirkiyeyê yên li dijî Rojava didomin û li dijî vê yekê li gelek navendan çalakiyên nerazîbûnê tên lidarxistin. Li navçeya Pirsûsê bi deh hezaran kes meş li dar xist.
Li ser banga Platforma Saziyên Demomratîk a Rihayê gelek rêveber û hevserokên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û bi deh hezaran welatî li navçeya Pirsûsê ya Rihayê kom bûn. Girseya kom bû tevî barîna berfî jî dest bi meşê kir.
Hevseroka Giştî ya DBP Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevberdevkê HDKê Alî Kenanoglu, Parlamentera EMEPê Sevda Karaca, Serokê Giştî yê EHPê Hakan Ozturk, Hevserokê Giştî yê ESPê Murat Çepnî, Hevserokê SYKPê Mertcan Tîtîz, rêveberên SODAPê , Berdevka TOPê Jûlîana Gozen, nûnerên Yeşîl Sol Partî, Partiya Şoreşger û Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) û bi hezaran kes tev li meşê bûn.

Bi hezaran kes li Qada Pirsûsê ber bi sînorê Kobanê dest bi meşê kir. Girseya pankarta li ser, “Xwedî derketina Rojava xwedî derketina mirovahiyê ye” û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hebû û bi dovîzên li ser nivisên piştgiriya berxwedana Rojava dikir dest bi meşê kir. Girsê tevî barîna berfê û sermayê jî bi dirûşmeyên, “,Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Rojava wê bibe goristana DAIŞê” û “Her der Rojava her der berxwedan” meşiyan.
Piştî meşê dê daxuyanî bê dayîn.







