Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari ku di mitînga 1ê Gulanê ya Wanê de axivî, bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û diyar kir ku tevî astengiyan jî çemê aştiyê diherike.
Li Wanê bi boneya 1ê Gulanê Cejna Karkeran bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Kamuyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), Yekîtiya Bijîşkên Diran ên Tirk (TDB), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD) bi şîara “Ji bo ked, aşti, azadî, edalet, wekhevî û demokrasiyê em di 1ê Gulanê de li qadan in” li Qada Bajêr a navçeya Rêya Armûşê mîtîngek hat lidarxistin.
Beriya mîtîngê, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û kedkar li ber Nexweşxaneya Hayatê hatin cem hev û bi kortejan ber bi qadê ve meşiyan. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Bijî 1ê Gulan”, “Bijî berxwedana karkeran”, “Bijî Çapemeniya Azad”, “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e” hatin berzkirin û dowîz û pankartên bi nivîsa “Kar, nan, azadî”, “Bijî têkoşîna kedkaran” hatin hilgirtin.
‘Bangawaziya aştiyê dermanê kedê ye’
Ewilî Hevserokê Şaxê Tum Bel Senê ya Wanê Ekrem Pala di mîtîngê de axivî û bal kişand ser pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û got: “Bangawaziya Civaka Demokratîk û Aşitiyê ne tenê çareseriyeke siyasî ye, di heman demê de dermanê kedê ye. Ekolojî û azadiya jinê ye.”
Endamê Lijneya Rêveberiya DİSK Genel-İşê ya Şaxê Wanê Hekim Tan jî destnîşan kir ku li hemberî pergalên ku di cîhana desthilatdar, patron û serdestan de kedxwariyê zêde dikin, krîza aborî, bêkarî û xizaniyê ew îro li qadan in.
‘Bi telefonê bi keda me lîstin’
Piştre li ser navê 223 karkerên ku ji aliyê qeyimê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve ji kar hatine derxistin, Elîf Gemîcîoglû axivî. Elîf Gemicioğlu destnîşan kir ku ew ê li dijî neheqiya li wan hatiye kirin têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Îro cejneke diltal e, em bi rengekî bêhiqûqî û neheq ji karê xwe bûn. 1ê Gulanê ne tenê cejnek e, di heman demê de xwêdana eniyê ye. Me kolan paqij kirin, me park bi kulîlkan xemilandin lê wan em ji nanê me kirin. Ahê zarokên me hilnegirin. Me barê bajêr da ser milên xwe. Bi telefonê bi keda me lîstin. Ev nîşaneya wê ye ku ewlehiya tu karkerî nîn e. Em vê neheqiyê qebûl nakin. Em mafê kesî naxwazin, em keda xwe dixwazin.”
‘Çavkanî ji bo şer tên xerckirin’
Hevserokê Giştî yê KESKê Ahmet Karagoz jî diyar kir ku heta demokrasî, wekhevî û azadiya kedê pêkneye, aştî nabe. Ahmet Karagoz anî ziman ku ew niha kesên ku kedxwariyê rewa dibînin protesto dikin û wiha axivî: “Cîhan di nava pêvajoyeke nû ya parvekirinê de ye. Li Rojhilata Navîn xeteke nû tê xêzkirin. Em ji vir qîr dikin; NATO rêxistineke şer e. Wê aştiyê ne, wê şer bîne. Divê baregehên NATOyê yên li welatê me werin girtin. Heta wekhevî çênebe, aştî û demokrasî nabe. Çavkaniyên welat ne ji bo dibistan, nexweşxane û kar, ji bo şer hatin xerckirin. Li hemberî gava mezin a gelê Kurd, tu gav nehatin avêtin. Aştî ne lutf e, pêdivî ye. Dema kedkar mehkûmî xizaniyê tên kirin, welat bi rantê tê birêvebirin.”
‘Çareserî bi tifaqên aştiyê pêkan e’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, di mîtîngê de bal kişand ser polîtîkayên pergalê û diyar kir ku encama şer û talanê ji bo gelan tenê xwîn, hêsir û xizanî ye. Tulay Hatîmogûllari di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bedela şer li Rojhilata Navîn bi Kurd û Ereban, li vir jî bi gelê Tirkiyeyê didin payîn. Li hemberî vê, mînaka herî mezin berxwedana gelê Rojava ye. Çareserî ne bi tifaqên şer, bi tifaqa aştiyê pêkan e. Li Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet ciwan û jin tên hedefgirtin û em li malê, li kargehê û li zeviyan kedkar in, lê herî zêde keda me tê xwarin.”
‘Çemê aştiyê diherike’
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllariyê behsa Rojîn Kabaîşê kir û got ku divê heta dawiyê lêkolîn li ser vê bûyerê were kirin. Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku ger tiliya rektor tê de hebe, divê îstifa bike û banga zelalkirinê li desthilatê kir. Tulay Hatimogûllari bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demoratîk” û ev tişt got: “Ji bo edaletê divê em sosyalîzma demokratîk ava bikin. Nêzî salek û nîv e, bi banga Birêz Abdullah Ocalan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kiriye. Hin astengî derdikevin, lê bila baş were zanîn; çemê aştiyê diherike. Hûn kîjan kevirî deynin ber, av dê wî kevirî derbas bike. Di hevdîtina 27ê Sibatê ya li Îmraliyê de, Birêz Ocalan diyar kiriye ku armanca banga wî ew e ku pirsgirêka Kurd di zemînekî siyasî û hiqûqî de were çareserkirin û hinceta ‘terorê’ ya dewletê ji destê wan were girtin. Em ê bi rêxistinkirinê bi ser kevin.”














