Însiyatîfa Pêwîstiya Jinan bi Aştiyê Heye, li navçeya Konak a Îzmîrê daxuyaniyek da, meşek li dar xist û keziyên hev hûnandin.
Însiyatîfa Pêwîstiya Jinan bi Aştiyê Heye, li navçeya Konak a Îzmîrê ji bo protestokirina êrişên li ser Rojava yên HTŞ, SMO û Tirkiyeyê, ji ber firoşgeha Konak YKMê heta sûka Kemeraltiyê meşek li dar xistin û daxuyaniyek dan. Daxuyaniyê de jinan dovîzên ‘Deng bidin dengê Rojava’, ‘Rojava xeta me ya sor e’ û ‘Parastina Rojava parastina mirovahiyê ye’ bilind kirin, pankarta ‘Alîgiriya çeteyên HTŞê tê wateya qetlîama li Sûriyeyê’ vekirin û dirûşmeyên ‘Bijî yekîtiya jinan’ û ‘Bijî berxwedana Rojava’ berz kirin. Piştî daxuyaniyê jî jin ketin dorê û keziyên hev hûnandin. Daxuyanî li ser navê însiyatîfê ji aliye Îpek Sarica ve hate xwendin.
Îpek Sarica diyar kir ku çeteyên HTŞê li ser îcazeta Tirkiyeyê êrîş dikin û wiha got:’’ Îro em dîsa li heman derê ne, ji ber ku li Sûriyeyê komkujî narawestin! HTŞ a ku jê re dibêjin Rêveberiya Şamê, bi wê rewatî û îcazeta ku ji Tirkiye û hêzên emperyalîst girtiye, dest bi şerê li dijî gelên Rojava û Sûriyeyê kiriye.’’
Îpek Sarica anî ziman ku ji bo avakirina aştiyeke li ser bingeha çareseriya demokratîk û siyasî ya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê û ji bo pêkanîna polîtîkayên jinan ên der barê aştiyê de wan xwe bi rêxistin kiriye û wiha domand: ‘’Heta ku HTŞ êrişî komên etnîkî û baweriyên ku li gorî xwe meqbûl nabîne bike, heta ku êrişî têkoşîna jinan a wekhevî û azadiyê bike; ne tu kes di ewlehiyê de ye û ne jî aştî pêkan e. Em jin, ji bo rawestandina komkujiyên li ser Kurd, Elewî, Suryanî û Durziyan dengê xwe bilind dikin; em li cem jinên berxwedêr cih digirin û têkoşîna xwe ya hevpar mezin dikin.
Daxuyanî bi hûnandina keziyan, çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.














