Serokê Giştî yê PDKê Mesud Barzanî diyar kir ku ger planek tunekirina Kurdan a ji Rojava hebe divê bê zanîn ku ev plan li ser tevahiya Kurdan e û xwest Kurd li dijî êrişan bibin yek.
Serokê Giştî yê PKDê Mesud Barzanî têkildarî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê axivî. Barzanî anî ziman ku Kurd tu carî alîgirên şer nîn in û wiha got: “Dilê me bi Rojava re ye. Em tu carî alîgirên şer nebûn e. Lê ku Kurd hedef bên girtin, em ji her tiştî re amade ne. Eger li Rojava plana tunekirina Kurdan hebe divê bê zanîn ku em dê tev bibin yek.”













