Siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak ê li nexweşxaneyek Almanyayê dihat tedawîkirin, koça dawî kir.
Siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak ku li nexweşxaneya bajarê Heîlbronn ê Almanyayê tedawî didît çû ser dilovaniya xwe. Hat zanîn ku piştî kar û barên fermî dê cenazeyê Sadak bînin navçeya Hezexê ya Şirnexê û li wir were definkirin.
Selîm Sadak di sala 1954an de li gundê Bafê ya bi ser navçeya Hezexê ya Şirnexê ve ji dayik bûye. Xwendina seretayî û navîn li Hezexê qedandiye. Paşê li Fakulteya Perwerdeyê ya Amedê Beşa Matematîkê xwendiye û zankoya xwe kuta kiriye.
Di Hilbijartina Giştî ya sala 1991an de bû parlamenterê serdema 19an ê Şirnexê.
Di 3yê Adara 1994an de parêzbendiya Selîm Sadak hate rakirin û ligel parlamenter Leyla Zana, Hatîp Dîcle û Orhan Dogan di 17ê Adara 1994an de hate girtin. Sadak ku nêzîkî 10 salan di girtîgehê de ma, di Hezîrana 2004an de li gel hevalên xwe parlamenter hate berdan.
Sadak piştî ji girtîgehê derket têkoşîna xwe domand. Di nava xebatên Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de cih girt û wekî endamê lijneya rêveberiyê erkdar bû. Di sala 2009an de ji DTPê bû Şaredarê Sêrtê.
Her wiha ji ber doza KCKê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal cezayê hepsê hate birîn. Ji ber dozên li Tirkiyeyê didomin neçar ma derkeve Ewropayê, Sadak ji sala 2021an vir ve li Heîlbronnê dijiya.









