Ciwanê bi navê Diyar Koç ê ku li Nisêbînê bi îşkence hat binçavkirin û li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin piştî taburcu bû ew sewqî dozgeriyê kirin û hate girtin.
Ciwanê bi navê Diyar Koç li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê dema tevlî çalakiya li dijî êrişên li ser Rojava bû di 20ê Çileyê de bi îşkenceyê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Di laşê Diyar Koç de gelek cih şikestibû û bi giranî birîndar bibû. Diyar Koç piştî hat binçavkirin ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Diyar Koç ku li wir dihat tedawîkirin piştî hat taburcukirin, bi 5 kesên hatibûn binçavkirin ve sewqî dozgeriyê hat kirin. Diyar Koç û 5 kesên hatibûn binçavkirin bi hinceta “Endamtiya rêxistinê”, “Propagandaya rêxistinê” û “Îhlalkirina ewlehiya sînor” hatin girtin.
Her wiha Diyar Koç dema anîn Edliyeya Nisêbînê ji ber birîndar bibû nekarî bi rê ve biçe û tevî vê yekê jî nexweşxaneyê taburcu kiriye û hate girtin.













