Ajansa Mafên Mirovan têkildarî protestoyên li dijî rejîma Îranê raporek amade kir û di raporê de got ku heta niha 54 jê zarok û 4 hezar û 834 jê sivîl bi giştî 5 hezar û 137 kes hetina kuştin.
Ajansa Mafên Mirovan (HRNA) têkildarî çalakiyên protestoyî yên li dijî rejîma Îranê ku di roja 28’emîn de didomin, rapora binpêkirinan weşand. Li gorî raporê, hejmara kesên di çalakiyan de hitin kuştin derket 5 hezar û 137 kesan. Hat gotin ku ev hejmar, hejmara piştrastkirî ye. Her wiha hate gotin ku 12 hezar û 904 bûyer jî tên lêkolînkirin. Hate destnîşankirin ku di dema protestoyan de herî kêm 7 hezar û 402 kes bi giranî birîndar bûne û 175 jê zarok bi giştî 27 hezar û 797 kes jî hatine girtin.
Heta niha 640 çalakiyên protestoyî hatine lidarxistin, li 194 bajar û 31 wilayetan çalakî hatine lidarxistin. Di raporê de wiha hate gotin: “Ev reqem, di hefteya sêyemîn a ku li seranserî welat înternet hatin qutkirin de hatine berhevkirin. Parvekirina raporên nû yên têkildarî girtinan, weşandina îtîrafên bi darê zorê hatine girtin, dirêjkirina rayeyên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî (NY), kontrolkirina vegota heyî ya ji hêla hikûmetê ve û hewldanên ji bo domandina zexta li ser çalakvanan, çendek geşedanên din ên girîng in.”
‘Li Îranê çalekî kêm nebûne’
Di raporê de hate gotin ku di rêjeya çalakiyên li seranserî welat de kêmbûnek çênebûye, berevajî vê çalakî didomin û rejîm jî li dijî van qedexeya înternetê û girtinan zêde dike.
Li gorî rapora hatiye parvekirin; li bajarên Kerman, Tehran, Semnan û Îlamê herî kêm 22 kes hatine girtin; vîdeoyên 5 kesan ên bi darê zorê “îtîraf pê dane kirin” hatin weşandin û gelek kes jî ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatine girtin. Di raporê de wiha hate gotin: “Hemwelatiyê Bahaîyê û nûçegihanê fotoyan Artin Ghazanfari, di 19ê Çileyê de li mala xwe ya li Tehranê hate girtin û birin cihekî nediyar.”













