Wan – Parlementerê DEM Partiyê Zulkuf Ûçar ku di daxuyaniya têkildarî astengkirina cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên hatin qetilkirin de axivî, wiha got: “Nahêlin cenazeyên hevalên me li ser axa ku ji dayik bûne, bên veşartin. Em vê yekê şermezar dikin.”
Li Wanê partiyên siyasî û saziyên sivîl li dijî destûrnedayîna anîna cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve bi êrîşa SÎHAyê hatibûn qetilkirin, li ber Navenda Dan û Stendinê ya Aydin Perîhanê daxuyaniyek dan. Girseyê di daxuyaniyê de dirûşmên “jin jiyan azadî”, “şehîd namirin” û “çapemeniya azad nikare were bêdengkirin” berz kirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Ûçar, Hevserokên DBPê û DEM Partiyê yên Bajêr, aktivîstên TJAyê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.
‘Em astengkirina şandeya li deriyê sînor şermezar dikin’
Di daxuyaniyê de parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Ûçar axivî û ewilî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9ê çileya 2013yan de li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anîn. Di berdewamiyê de Zulkuf Ûçar, bal kişand ser astengkirina cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku malbatên wan dixwazin cenazeyên zarokên xwe li bajarên xwe veşêrin û got: “Hevalên me yên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bi bombebaranê qetilkirin. Bi rojane malbatên wan li Deriyê Sînor ê Xabûrê li bendê ne ku cenazeyên xwe bigirin. Lê, ev mafê wan jî tê binpêkirin û nahêlin cenazeyên hevalên me li ser axa ku ji dayik bûne, bên veşartin. Em vê yekê şermezar dikin û ji bo vekirina deriyê sînor bang li rayedaran dikin.”