Şervanên YPJê û YPGê ku li Dêrikê li dijî êrişên çeteyan parastinê dikin, daxuyaniyek dan û gotin: “Kes nikare vî welatî teslîm bigire.”
Şervanên Yekiniyên Parastina Jinan (YPJ) û Yekiniyên Parastina Gel (YPG) ku li Dêrikê li dijî êrişên çeteyan parastinê dikin daxuyaniyek dan. YPJê û YPGê di daxuyaniyê de diyar kirin ku ew şervanên Şerê Gelê Şoreşgerî ne û wiha gotin: “Keziyên me jî jêkin, me ji avahiyan jî bavejin, tu carî nikarin vîna me teslîm bigirin. Em şervanên Serok APO ne. Kes nikarê vî welatî teslîm bigire. Em hemû gelê xwe silav dikin. Em ê gelê xwe biparêzin. Em hebûn û em ê her hebin. Bijî Serok APO, Bijî berxwedana YPJ û YPG.”













