• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dan

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dan

    Kedkarên Amedê ji bo 1ê Gulanê bang kirin: Ji bo aştî û azadiyê em li qadê bin

    Kedkarên Amedê ji bo 1ê Gulanê bang kirin: Ji bo aştî û azadiyê em li qadê bin

    ‘Divê mirina girtî Poyraz Esenê bê zelalkirin’

    ‘Divê mirina girtî Poyraz Esenê bê zelalkirin’

    DGD-KON: Divê dengê Naser Bakrzadeh û hemû girtiyên siyasî yên Kurd were bihîstin

    DGD-KON: Divê dengê Naser Bakrzadeh û hemû girtiyên siyasî yên Kurd were bihîstin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Platforma Tenduristiyê: Li Rojava av, xwarin û ceyran qutkirine 

Mêrdîn / AW

25 ÇILE 2026 - 16:52
Kategorî: ROJANE, TENDURISTÎ
A A
Platforma Tenduristiyê ya Mêrdînê li dijî êrîş û dorpêça li ser Rojava daxuyanî da û êrîşên li ser Rojava şermezar kir. Platformê destnîşlan kir ku li ser Rojava av, xwarin, derman û ceyran qut kirine û ji ber şertên xerab 5 zarokan jiyana xwe ji dest dane. 
Endam û nûnerên Platforma Tenduristiyê ya Mêrdînê li Parka Karayolu ya Mêrdînfê daxuyanî da. Parlamenterên DEM Partiyê û nûnerên saziyên civakî jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Li Rojava dorpêçî, li Tirkiyeyê binçavkirin. Em jiyanê biparêzin” vekirin. Li ser navê Platformê Bijîşk Kamuran Yildirim daxuyanî da.  Kamuran Yildirim, li ser navê Platformê diyar kir ku ew wekî kedkarên tenduristiyê û qada tenduristiyê dixwazin li dijî dagirkirina Tirkiyeyê dengê xwe bilind bikin û got: “Bûyerên îşkence, muameleyên xerab raste rast bandorê li ser mafê mirovan ê tenduristiyê dike. Ev êrîşên li dijî mafên tenduristiyê ne.”
Dr. Kamuran Yildirim, anî ziman ku Rojava îro di bin êrîş û dorpêçek mezin de ye û wiha got: “Rojava îro di bin dorpêçeke mezin de ye. Îro li ser Rojava av, xwarin, derman û ceyran hatiye qutkirin. Xizmeta tenduristiyê ya ji bo welatiyan hatiye astengkirin. Xizmetkarên tenduristiyê nikarin kar bikin. Li gorî agahiyên Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Abdullah li Kobanê ji ber şertên tenduristiyê 5 zarokan jiyana xwe ji det dane. Ev mirin ne encama afetên xwezayî ne. Ev mirin ji ber dorpêçkirin, ambargo û astengiyên bi zanebûn in.”
Kamuran Yildirim, da zanîn ku ev tablo li gorî hiqûqa navneteweyî binpêkirina mafê tenduristiyê ye û wiha berdewam kir: “Rojava di heman demê de modela civakê ya wekheviya gelan, azadiya jinê û jiyana hevpar e. Cerebeyên Rojava di heman demê de nîşan dide ku li Rojhilata Navîn jiyanek aştiyane û demokratîk pêkan e. Li navçeya Qoserê ciwanên ku hatine binçavkirin rastî lêdanê hatine. Lê li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê rapor nedane wan. Bi vê yekê xwestine ku ser îşkenceyê bigirin. Dîsa rewşa ciwanê bi navê Diyar Koç rastiya vê yekê nîşan dide. Parsuyê wî şikandine û travmaya mejî derbas kiriye. Li şûna Diyar Koç serbest darizînin ew bi vî halî girtine û şandine girtîgehê. Ev êrîşên li dijî mirovan nayên qebûlkirin. Li qadên jiyanê raste rast sivîlan û xizmetkarên tenduristiyê dikin hedef.”
‘Îşkence sûcê mirovahiyê ye’ 
Kamuran Yildirim da zanîn ku îşkence sûcê mirovahiyê ye û got: “Em vareke din dibêjin Îşkence û muameleya xerab sûcê mirovahiyê ye.
Nedayina raporan, astengkirina xizmeta tenduristiyê şirîkatiya sûc e. Meş û xwepêşandan, mafekî zagonî ye.”
Kamuran Yildirim, daxwazên Platforma Tenduristiyê jî rêz kir û got: “Divê di serî de dorpêça li ser Kobanê û tevahiya Rojava bi dawî bibe. Divê ambargoya av, xwarin, derman û ceyranê bi dawî bibe. Divê bi lez ji bo Kobanê koorîdora jiyanê bê vekirin. Divê kesên tenduristiyê binê dike di heqê wan de lêpirsîn bê vekirin. Em wekî Platforma Tenduristiyê ya Mêrdînê emê bişopînin.”
Etîket: avceyranDermandorpêçîşkenceKamuran YildirimPlatforma TenduristiyêtenduristîTirkiyezexîre
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Colemêrgê ev nezî 2 meh in ava vexwarinê şêlû diherike

Li Colemêrgê ev nezî 2 meh in ava vexwarinê şêlû diherike

30 NÎSAN 2026
Karkeran barîkatên polîsan hilweşandin: Serokê Sendîkayê hate binçavkirin  HATE NÛKIRIN

Karkeran barîkatên polîsan hilweşandin: Serokê Sendîkayê hate binçavkirin HATE NÛKIRIN

27 NÎSAN 2026
Li Erxeniyê pincarên cûr bi cûr li ser dezgehan cihê xwe girt

Li Erxeniyê pincarên cûr bi cûr li ser dezgehan cihê xwe girt

23 NÎSAN 2026
NY: Tevgerên leşkerî yên cîranan li Suriyeyê aramiyê têk dibin

NY: Tevgerên leşkerî yên cîranan li Suriyeyê aramiyê têk dibin

23 NÎSAN 2026
Li Wanê hovîtiya polîsan: Bi îşkenceyê poz û diranên ciwanekî şikandin

Li Wanê hovîtiya polîsan: Bi îşkenceyê poz û diranên ciwanekî şikandin

22 NÎSAN 2026
Poyraz: Ewropa li benda zagonan, civak li benda mafê hêviyê ye

Poyraz: Ewropa li benda zagonan, civak li benda mafê hêviyê ye

22 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê’

    ‘Şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Colemêrgê ev nezî 2 meh in ava vexwarinê şêlû diherike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Weqfa Mezopotamyayê kovarên folklora Kurdî dîjîtalîze kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ev maça dawî ji bo Amedsporê maça man û nemanê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ribêsan li ser dezgahan cihê xwe girt: Dermanê nexweşiyan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Amedê: Komun şaredarî ye, şaredarî komun e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Karayilan: Hikûmetê wek pratîk pêvajoyê rawestandiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saziyên kedê yên Êlihê banga tevlîbûna meşa 1ê Gulanê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne