Wan – Endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Lorîn Aryen Tûrgût a hatibû binçavkirin bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Lorîn Aryen Tûrgût û Kenan Îldenîz duh bi gotina “îfadeya we heye” li ber avahiya DEM Partiyê ya Wanê ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin.
Kenan Îldenîz piştî îfadeya wî li Midûriyeta Polîsan a li Bajêr hate wergirtin, hate berdan. Lorîn Aryen Tûrgût a polîsan ew ji bo mûayeneyê birin nexweşxaneyê di rê de ew derb kirin.
Aryen Lorîn Tûrgût a îro îfadeya wê hate wergirtin, ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza bi şertê kontrola edlî were berdan sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê hate kirin.
Dadgehê Lorîn Aryen Tûrgût bi şertê kontrola edlî berda.