Platforma Ked û Demokrasiyê ya Karsiyakayê bi daxuyaniyekê êrişên ser Rojava şermezar kir û got: “Çawa ku sala 2014an hovîtiya DAİŞê têk çû wê dîsa bi vîna gelan were tekbirin.”
Êrişên çeteyên HTŞê, DAIŞê û Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê didomin. Li Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên cîhanê li dijî êrişên ser Rojava meş û çalakiyan li dar dixin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Karşiyakayê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrişên Rojava da.
Nûnerên platformê, Parlementerê DEM Partiyê ya Îzmîrê Îbrahim Akin, rêveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşma ‘’Bijî berxwedana Rojava’’ hate berzkirin.
‘Sûcên mirovahiyê tên kirin’
Îbrahîm Akin bal kişand şert û mercên giran ên mirovî û wiha got: “Êrişên li ser Rojava ji sermayê mirina mirovan nîşanî me dide ku li Rojava rasterast sûcên dij-mirovî hene û li wir hiqûqa navneteweyî êdî ji holê hatiye rakirin.’’
Êriş ne tesaduf in lê zanebûn in’
Ser navê platformê daxuyaniyê Yaşar Seren xwend. Yasar Seren destnişan kir her roj êrişên çeteyan bi awayeke hovanetir derdikevin pêş û wiha got: “Hêzên global ji bo zêdetir qezenc bikin û desthilatdariya xwe bi hêztir bikin, bi awayeke çavbirçî ji aliyekî ve me ber bi karesat û qirkirinê ve dibin, ji aliyê din jî dibin sedema komkujiya gelan. Ev rewş ne tesaduf e. Zêdetir şer, zêdetir koçberî û zêdetir xizanî; encama tercîheke bi hişmendî û zanebûn e.”
‘Wê tarîtiya cîhadîstan careke din têk biçe’
Yaşar Seren di dawiya daxuyaniyê de da zanîn ku piştevaniya bi Rojava re ne tercîhek lê berpirsyariyeke mirovahiyê ye û ev tişt gotin: “Tiştên ku niha li Rojava diqewimin ne meseleyeke ewlehiyê ye, polîtîkayeke tasfiyekirinê ye. Ev ne şerekî ji rêzê ye, dorpêçek e. Ev ne rewşeke demkî ye, meyleke bi zanebûn û domdirêj e. Em hemû dizanin ku berxwedana ku xwe dispêre vîna gelan, tu carî nayê têkbirin. Çawa ku di sala 2014an, bi berxwedana Kobanê û vîna gelan, hovîtiya DAIŞê hate têkbirin; çawa ku şer, înkar û tarîtiya cihadîstan têk çû; wekî duh, îro jî li Rojava vîna gelan û têkoşîna azadî, wekhevî û aştiyê dê bi ser bikeve.’’
Daxuyanî bi berzkirina dirûşm û çepikan bi dawî bû.










