Hemşîre Î.A ji ber tev li kampanyaya hûnandina keziyan bibû, pêşî Wezareta Tenduristiyê derbarê wê de lêpirsan da destpêkirin û piştre li Stenbolê hat binçavkirin.
Çeteyekî HTŞê bi navê Ramî El Dehş li bajarê Reqayê di 17ê Çile de şervaneke YPJê dikuje û piştre keziya wê yê hûnandî jê dike. Dîmenê vê hovîtiya xwe jî parve kiribû. Li ser torên medya dîjîtal li dijî vê yekê bertekên tund çêbûn û li seranserî cîhanê kampanyayek hûnandina keziyan hate destpêkirin. Bi milyonan jin tev li kampanyayê bibû û keziyên xwe hûnandibûn.
Li Kocaeliyê hemşîre Î.A. jî tev li kampanyaya hûnandina keziyan bû. Piştî ev hemşîre dîmenê wê li ser medyeya dijîtal hat belavkirin, ji hêla faşîştan ve hedef hat nîşandan. Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê derbarê hemşîreyê de lêpirsîn da destpêkirin.
Hat hînbên ku hemşire Î.A li Stenbolê hat binçavkiri wê birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê.













