Li Nisêbînê gel ji bo piştgiriya berxwedan û destkeftiyên Rojava meş li dar dixe.
Platforma Saziyên Demokratîk têkildarî êrişên li dijî Rojava li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê meşek li dar xist. Parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, ciwanên Meclisa DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek kes tev li meşê bûn. Her wiha ji Şirnex û navçeyên wê jî gelek kes tev li bûn
Welatî ji Amedê, Şirnexê, Êlihê û navçeyên Mêrdînê tev li meşa Nisêbînê bûn.
Girseya ku li Qada Newrozê kom bû pankarta li ser “Rojava berxwedan e, azadî ye, wijdan e, nikare teslîm bê girtin. Xwedîderketina li Rojava Xwedîderketina li Mirovahiyê ye” hilgirt. Girseya ku kom bûyî dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” û “Rojava rûmeta me ye berz kir û li gel stranan bi çepikan xistin. Girse dê ji Bûlwara Newrozê heta Parka Aştiyê bimeşe û li wir daxuyanî were dayîn.













