Diyar Koç ê ku li Nisêbînê di çalakiya ji bo piştgiriya bi Rojava re bi îşkenceyê hatibû binçavkirin, ji ber rewşa tenduristiya wî ew sewqî Enqereyê hate kirin.
Cîwanê bi navê Diyar Koç ku di 20ê Çileyê de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di çalakiya xwedîderketina Rojava de bi îşkencekirinê hatibû binçavkirin û bêyî ku tedawiya wî temam bibe ji nexweşxaneyê hate derxistin û hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.
Lê rêveberiya girtîgehê ji ber rewşa Diyar Koç a bi rîsk qebûl nekir ku li wir bê ragirtin û got ku divê Koç sewqî nexweşxaneyê bê kirin. Piştre Diyar Koç sewqî Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû kirin.
Hat zanîn ku li ser biryara dozgeriya Amedê, Diyar Koç ji bo tedawiyê sewqî Enqereyê hate kirin. Hat zanîn ku Diyar Koç bi ambulansa rêya bejahiyê şandine Enqereyê.










