Li Taxên Seyrantepe û Şehîtlîk ên Bajarê Nû yên Amedê li dijî êrişên ser Rojava meşa bi meşale û çalakiya dengderxistinê tên lidarxistin.
Li dijî êrişên ser Rojava yên çeteyên HTŞê, DAIŞ, SMO ku bi destê Tirkiyeyê tên birêvebirin li taxên Seyrantepe û Şehîtlîk ên navçeya Bajarê Nû ya Amedê çalakî tên lidarxistin.
Bi meşaleyan meşiyan
Li taxa Seyrantepe meşe bi meşale hat lidarxistin. Çalakvan bi meşaleyan, di cadeyên taxê de meş li dar xistin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin. Şêniyên taxê bi dirûşm û dengderxistinê piştgirî didin çalakvanan. Çalakî didomin.
Çalakiyên dengderxistinê
Li taxa Şehîtîlîk a Bajarê Nû jî bi heman armancê meş hat lidarxistin. Meşvan dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” berz dikin. Şêniyên taxê bi korneyên wesayîtên xwe, bi çepik û rakirina tilliyên xwe piştgirî didin çalakiyan. Çalakî di nava kolanên taxê de didomin.







