Li Manîsayê xebatên 1 ê Gulanê bi pêşengiya Platformên Ked û Demorkasiyê berdewam dikin. Endamên platformê li cihên cûda yên bajêr hatin gel hev û banga tevlîbûna 1ê Gulanê kirin.
Platformên Ked û Demorkasiyê ya Manîsayê banga tevlîbûna 1ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê kirin. Endamên platformê ku li bazara Perşembe stand vekiribûn, belavokên destan belav kirin. Di xebata hate kirin degirîngiya tevlîbûna 1 ê Gulanê û wateya wê ya dîrokî hate bibîrxistin.
Her wiha ji bo qeyrana aborî, xezaniya her roj zêde dibe û mafên kedkaran a ku tune tê hesibandin banga têkoşîna hevpar hate kirin.
Di bangawaziya Platformê de hate gotin ku roja 1ê Gulanê saet di 12:30 an de li pêşiya Mizgefta Sultan dê bicivin û ber bi qada Cumhuriyetê ya Manîsayê ve bimeşin.
Her wiha hate gotin ku piştî çalakiyên li qadê werin lidarxistin dê şahî were lidarxistin.
Platforma Ked û Aştiyê hemû ciwan, kedkar û jinan vexwend 1ê Gulanê û peyama “Ji bo mafên kedê em li qadan in” dan.














