Şaredariyên Amedê û saziyên çand û hunerê dê di 12-13ê Çileyê de Şahiya Sersalê li dar bixin. Ev şahî bi sedsalan e li Kurdistanê pîrozbahiyên wê bi çalakiyên rengîn tên lidarxistin.
Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel, Midûriyeta Çand û Karûbarên Civakî û Serokatiya Daîreya Xizmetên Jinan û Malbatê dê di 13ê Çile de ku li gorî salnameya Rûmî wek sersala nû hatiye qebûlkirin û li Kurdistanê bi sedsalan e bi şahiyên rengîn hatiye pîrozkirin, dê şahiyek li dar bixin. Di Şahiya Sersalê ya ku dê di navbera saet 16.00-18.00an de li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezanê bê lidarxistin, wê gelek pêşandan bên lidarxistin.
‘Em li bendê ne ku gelê me beşdarî şahiyê bibe’
Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin Demet Ceylan der barê şahiyê de agahî da û diyar kir ku ew ê li Parka Koşuyoluyê çalakiya serê salê li dar bixin û wiha got: “Em wek Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di 13ê mehê roja duşemê, serê salê pîroz dikin. Em ê kevneşopiya xwe ya Sersalê bi tevlibûna zarok, ciwan, pîr û dayikên xwe bidomînin. Em wek şaredariya bajarê mezin û şaredariyên navçeyan li benda gelê xwe ne.”
Konser û şano
Li aliyê din roja 12ê mehê dê Şaredariya Navçeya Peyasê bi hevkariya Sanatça Organîzasyon, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle, Şanoya Bajêr a Amedê li avahiya Çand Amedê (Navenda Kongreyê) bi beşdariya stranbêj Rûken û Jehrmar, skêçên Şanoya Bajêr a Amedê û kosegelî Şahiya Sersalê li dar bixe.