Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê dê sibê li dijî êrişên çeteyan ên li ser Rojava bi meşeke mezin protesto bike.
Çalakiyên li dijî êrişên çeteyên HTŞê, DAIŞê û SMOyê yên li ser Rojava, li Kurdistanê û tevahî cihanê bê navber didomin. Li Wanê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratik bi tev li bûna Hevserokê Partiya Herêmên Demokratik (DBP) Keskîn Bayindir dê sibê meşeke mezin pêk were. Gelê Wanê dê sibê saet di 13.00an de li ber Wan AVMê ber bi Parka Musa Anter ve bimeşe. Nunerên sazî û partiyan ji bo tevlibûna gel, ev du roj in bê navber xebatan dimeşînin û banga beşdariya meşê li gel dikin.
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan bi endam û rêveberên partî û szaiyên civakî yên Wanê re li sûkê geriyan û banga meşa ji bo Rojava ya sibê kir.







