Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn û Ahmed Şara yê HTŞî li Moskowê civiyan.
Serokdewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Ahmed Şara yê HTŞ’î li Moskowê li Kremlînê civiyan.
Hat destnîşankirin ku Pûtîn destnîşan kiriye ku pêvajoya vegerandina yekparçeyiya axa Sûriyeyê lez digire û gelek deverên Sûriyeyê hewceyê ji nû ve avakirinê ne. Pûtîn got: “Em pêwîstiya parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê û yekparçeyiya axa wê ji nû ve piştrast dikin û em piştgiriyê didin hewldanên we.”
Di hevdîtinê de li ser entegrasyonê jî nîqaş hat kirin. Pûtîn got: “Vegerandina herêma rojhilatê Firatê ji bo Şamê gaveke girîng e.”
Hat destnîşankirin ku Şara spasiya Pûtîn kiriye û gotiye ku Rûsya di vê pêvajoyê de roleke girîng dilîze.













